Delîl Amûdê bi merasîmek bi heybet hate oxirkirin

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê cenazeyê şervanê YPG‘ê Delîl Ebdulezîz (Delîl Amûdê) bi merasîmekê li mezara Şehîd Ismaîl Hogir oxir kirin.

Delîl Amûdê bi merasîmek bi heybet hate oxirkirin
Delîl Amûdê bi merasîmek bi heybet hate oxirkirin
Delîl Amûdê bi merasîmek bi heybet hate oxirkirin
Delîl Amûdê bi merasîmek bi heybet hate oxirkirin
Delîl Amûdê bi merasîmek bi heybet hate oxirkirin
11 gulan, 2018   11:42

QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên navçeya Amûdê cenazeyê şervanê YPG‘ê Delîl Ebdulezîz ê ku 9‘ê Gulanê li gundewarên navçeya Şedadê dema erka xwe pêk di anîn şehîd bû, ji navenda Heyva Sor a Kurd wergirtin û bi kerwanekî ber bi mezara Şehîd Ismaîl Hogir ve birin.

Girseya gel di wê navberê de, dirûşmeyên dilsoziya bi şehîdan re beriz dikirin û wêneyên şehîd û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hilda bûn.

Li mezarê, ji bo bîranîna şehîdan deqeyeke rêz hate girtin.

Paşê endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê Mihemed Ferso û ji Fermandarên YPG‘ê Berxwedan Amûdê axivîn.

Kesên axivîn sersaxî ji malbat şehîd re xwestin û rola şehîd Delîl di şoreşa Rojava de destnîşan kirin. Di axaftinan de hate gotin "Şehîd Delîl ji destpêka şoreşa Rojava bi qehremanî li hemberî neyarên Rojava li ber xwe da, hertim hevalên xwe diparast. Cihê xwe di gelek eniyên şer ên li dijî çeteyan DAIŞ‘ê li Şedadê da."

Xuşka şehîd Delîl, Wesîla Ezîz soza şopandina xeta birayê xwe de û got, "Em bi şehadeta Delîl serbilind in, Delîl ji bo rûmeta gelê xwe gihaşt asta şehadetê. Delîl şehîdê sêyemîn di malbatê de ye. Em ê xwîna wê li erdê nehêlin û xeta wî berdewam bikin."

Piştî axaftinan weqîseya şehadetê hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Hevalên şehîd cenaze hilgirtin û di nava dirûşemeyan spartin axê.

(bb)

ANHA