Erdogan hewl dide niştecihên bakurê Sûriyê beşdar hilbijartinan bike

Dagirkeriya Tirkiyê li gundewarê Idilbê 9 dever bi navê "nûqteyên çavdêriyê" ragihand. Dagirkeriya Tirkiyê bi vê yekê hewl dide van deveran wekî bajarê Tirkî îlan bike û niştecihên wê beşdarî hilbijartinan bike.

Erdogan hewl dide niştecihên bakurê Sûriyê beşdar hilbijartinan bike
Erdogan hewl dide niştecihên bakurê Sûriyê beşdar hilbijartinan bike
11 gulan, 2018   11:24

HOGIR NECAR / NAVENDA NÛÇEYAN

Desthilatdariya Tirkiyê beriya demekê ragihandibû ku hejmara nûqteyên çavdêriyê li bakurê Sûriyê dê bighêje 12 nûqteyan ji bakurê Idlibê, gundewarê rojava û başûrê Helebê.

Bi avakirina nûqteyan re şandeyeke leşkerî ya girêdayî dagirkeriya Tirkiyê ji bo çavdêriyê derbasî gundewarê Cisir El-Şixûr ê rojavayê Idlib û gundewarên bakurê Laziqiyê bûn.

Erdogan, bi vê yekê hewl dide xwe li Efrînê û Bakurê Sûriyê serkeftî bide xuyakirin û rê nede ku gelê Tirkiyê li dijî polîtîkeyên wê yên binkeftî li Rojhilata Navîn û têkçûyînên xwe li Sûriyê derkeve. Li ser vê yekê hilbijartinên pêşwext ragihandin. Hilbijartin dê 24‘ê Hezêranê dest pê bike. Her wiha  nûqteyên bi navê "Nûqteyên çavdêriyê" ava kir.

Erdogan ku ditirse di hilbijartinan de bi ser nekeve, demografiya bakurê Sûriyê, ji Cerablus, heta Idlib û Hema diguhere û nasnameya Sûrî ji niştecihan destine û nasnameya Tirkî dide wan.

Çavdêr dibînin ku dagirkeriya Tirkiyê hewl dide beriya hilbijartinan beşeke ji xaka Sûriyê parçe bike û bi riya meclîsên ku ji aliyê çeteyên girêdayî Tirkiyê ve werin birêveberin ava bike.

Di vê çarçoveyê de, kerwanek hêzên dagirkeriya Tirkiyê duh derbasî herêmên li ser sînor ên bakurê Idlibê bû û berî xwe dana herêma El-Raşidîn a dikeve rojvayê Helebê. Hêzên dagirkeriyê 9 nûqteyên çavdêriyê li bakurê Sûriyeyê ava kirin.

Her wiha şandeyek ji bo çavêdriyê yên girêdayî dagirkeriya Tirkiyê ji herêma li ser sînor ên gundewarê Cisir El-Şixûr derbasî Sehil El-Xab ê gundewarê Hema, bakurê Laziqiyê bûn, da ku hewl bide kerîdoreke deryayî li deriya Spî ava bike.

Hêzên dagirkeriya Tirkiyê li herêmên "Kêmkirina Şer" li bakurê Sûriyê, ji gundewarên Idlib, Hema, Heleb 7 nûqte ava kirin, 3 li Selûna, Serman û Tel Tokan ên gundewarên Idlilbê û 4 li gundewarên rojava Helebê û yek din li Cebel Endan ava kir.

7‘ê Nîsanê, kerwaneke leşkerî yê dagirkeriya Tirkiyê derbasî sînorê bakurê parêzgeha Idlibê, gundewarê bakurê Hemayê bûn û li Girê Sewan ê stratîjîk ê di navbera bajarê Morik ê di bin serweriya çeteyên opozisyonê û bajarê Mean ê di bin serweriya rêjêmê de, nûqteyên çavdêriyê ava kirin.

Çavêdran diyar kirin ku dagirkeriya Tirkiyê bi riya çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam hewl dide fermanên xwe li ser şêniyên bakurê Sûriyê yên ku qebûl nekin beşdarî hilbijartina bibe, feriz bike.

Dagirkeriya Tirkiyê  li herêmên ku dagirkirine polîtîkeyên guhertina demografî pêk bîne. Alên xwe li ser avahiyên saziyan hildane û meteryalên zimanê Tirkî derbasî dibistanan kiriye.

Li Efrînê jî çete û malbatên wan ên ji Xûtayê li Efrînê bi cih kirine û nasnameyên Tirkî dide wan.

Li gorî çavkaniyên herêmî, carenûsa hejmarek welatiyên Êzidî û Elewî yên Efrînê ne diyar e.

(bb)

ANHA