Balafirên Tirk herêma Kevotê ya Biradosê bombebaran dike

Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker derdora girê Kevotê yê li herêma Biradost, bombebaran dikin. 

Balafirên Tirk herêma Kevotê ya Biradosê bombebaran dike
7 gulan, 2018   16:54

NAVENDA NÛÇEYAN
Li gorî nûçeya Rojnewsê Çavkaniyên li ragihandin ku balafirên şer ên artêşa  Tirk a dagirker, di saet 19.00’an ve derdora girê Kevot ku li nêzî girê Lêlkan ê ya herêma Biradost a Herêma Kurdistanê bombebar kirin.

Derbarê bombebarana ku hîn berdewam dike de, agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Kevot yek ji herêmên Biradost ku artêşa Tirk hewl dide dagir bike.

Gerîlayên HPG’ê jî li hemberî hewldanên dagirkeriyê bênavber di nava berxwedan û çalakiyan de ne. Gerîlayan şevê din jî li girê Kevot çalakî lidar xistibû û derbeyên giran li artêşa Tirk xistibûn.