Li Babê 7 sivîl hatin kuştin, 56 birîndar bûn

Li bajarê Babê di encama şerê di navbera çeteyên Ehrar El-Şam û malbata Al Wakî de 7 sivîl hatin kuştin, 56 jî birîndar bûn.  

Li Babê 7 sivîl hatin kuştin, 56 birîndar bûn
7 gulan, 2018   16:27

BAB

Çavkaniyên herêmî ragihandin ku di encama şerê duh ê di navbera çeteyên Ehrar El-Şam û malbata Al Wakî de 7 sivîl hatin kuştin, 56 jî birîndar bûne. Birîndarên ku reşwa wan girane veguhestin nexweşxaneyên Tirkiyeyê. 

Li gorî çavkaniyê navên hin sivîlên ku di şer de hatine kuştin wiha ne ″Xufran Zêter (35), Muhened Hezorî, Ebû Nebîl″, 3 kesên din jî nasnameyên wan nediyar in.

Duh di navbera çeteyên Ehrar El-Şerqiye û malbata Al Wakî de şer derket. Çeteyan taxên Babê dorpêç kirin û bi hawanan topbaran kirin. 

(mm)

ANHA