Şandeya jinên Almanî rewşa tenduristî ya gelê Efrînê şopand

Şandeya jinên Almanî ku duh gihîşt Kantona Şehbayê serdana navendên Heyva Sor a Kurd, nexweşxaneyên Şehbayê û kampa Serdemê kir.

Şandeya jinên Almanî rewşa tenduristî ya gelê Efrînê şopand
7 gulan, 2018   15:45

ŞEHBA

Bi armanca piştgiriya Berxwedana Serdemê û kampanya Kongreya Star a serhildana ji bo Efrînê, şandeyeke jinên Almanî gihîşt Şehbayê. Şandeyê îro serdana navendên Heyva Sor a Kurd a li gundê Eqîbê ya navçeya Şêrawa kir, gundê Um Hoş û navçeya Fafîn kir û rewşa tenduristî ya nexweşan şopand. 

Her wiha şandeyê serdana nexweşxaneya Fafîn kir û derbarê rewşa tenduristî, nexweşiyên ku di nava gel de belav bûyî û kêmbûna alavên tenduristiyê de, li kadroyên tenduristiyê guhdar kirin. 

Şandeyê piştre serdana kampa Serdemê kir û piştgiriya bi gelê Efrînê re nîşan da.

(mm)

ANHA