Meclîseke nû ya HPC-Jin hat avakirin

Yekemîn konferansa HPC-Jin li Kantona Kobanê bi avakirina meclîseke nû û biryarên girîng bi dawî bû.

Meclîseke nû ya HPC-Jin hat avakirin
Meclîseke nû ya HPC-Jin hat avakirin
Meclîseke nû ya HPC-Jin hat avakirin
Meclîseke nû ya HPC-Jin hat avakirin
Meclîseke nû ya HPC-Jin hat avakirin
Meclîseke nû ya HPC-Jin hat avakirin
7 gulan, 2018   15:35

KOBANÊ

Konferans di bin dirûşmeya ″Bi ruhê jina azad û berxwedana Serdemê em ê Rêber Apo azad bikin″ de hat lidarxistin.   

Di konferansê axaftin ji aliyê beşdaran ve hatin kirin, her wiha peyamên pîrozbahiyê yên saziyên sivîl û xizmetê hatin xwendin. Piştre sînevizyonek li ser xebatên HPC-Jin li Kobanê hat pêşkêşkirin. 

Piştre rapora salane ya HPC-Jin hat xwendin. Di raporê de rêxistinkirina jinê di nava saziyên leşkerî de, vekirina dewreyên perwerdeya leşkerî û vekirina navendên HPC-Jin li Kantona Kobanê hatin nirxandin.

Di berdewama konferansê de rewşa siyasî hat nirxandin û bal hat kişandin ser serkeftinên ku jinê li Kobanê bi dest xistine. 

Piştî nîqaşan di konferansê de biryarên girîng ên wekî ″vekirina dewreyên perwerdeya bîrdozî û leşkerî, tevlîkirina jinan di nava refên HPC-Jin de, vekirina dewreyên zimanê Kurdî û têkoşîna ji bo azadiya Ocalan″ hatin girtin.  

Di dawiya konferansê de meclîseke nû ya HPC-Jin ji 17 jinan hat avakirin. Meclîsê soza parastina jinê da. 

Hevseroka Meclîsa TEV-DEM′ê ya Kantona Kobanê Eyşe Efendî axaftina dawiyê kir û wiha got, ″Em di kesayeta jina Efrînî ya berxwedêr de ji bo azadiya Ocalan û aştiya Rojhilata Navîn têdikoşin. Jinên Rojhilata Navîn bi saya felsefeya Rêbertiyê azad bûn.″

Di dawiyê de beşdaran dirûşmeyên daxwaza azadiya Ocalan û silavkirina berxwedana jinê berz kirin. 

(mm)

ANHA