Zextên Îranê yên ser kasibkaran berdewam dike

Li sînorê Pîranşar û Hawraman yê Rojhilatê Kurdistanê nêzîkî hezar û 300 kasibkar hatine asteng kirin û rê nadin da ku derbazî Rojhilatê Kurdistanê bibin. Herwiha gelek kasibkar hatine binçavkirin.

Zextên Îranê yên ser kasibkaran berdewam dike
6 gulan, 2018   10:58

NAVENDA NÛÇEYAN

Zextên rejîma Îranê yên li ser kasibkarên sînorê Rojilatê Kurdistanê berdewam dike. Li gorî agahiyên ji malpera Kolbernews hatî wergirtin, şeva derbazbûyî 300 kasibkar li sînorê Kanî Xuda ya ser Pîranşar û îro jî nêzîkî hezar kasibkar li sînorê rêze çiyayên Tete ya ser bi Hawraman hatine asteng kirin û nahêlin derbaz bibin.

Li gorî heman agahiyan şevê din zêdetirî sed kasibkar xwestine bi barên xwe ve bizivirin nava Rojhilatê Kurdistan, lê hêzên supayên Îranê vê yekê asteng kirine. Hat zanîn supayên Îranê êrîşî kasibkaran kirine û gelek kasibkar hatine binçav kirin.

Herwiha hat zanîn di dema êrîşê de supayên Îranê gelek barên kasibkaran şewitandine û gelek bar jî li milê din yê sînor mane û nahêlin kasibkar barê xwe bigrin.

Li gorî agahiyek din îro hêzên Hikumeta Îranê li rêze çiyayên Tete yê Hawraman êrîş birine ser kasibkaran, gelek kes hatine binçavkirin û barê kasibkaran jî hatiye şewitandin. Hêjî gelek kasibkar li aliyê din yê sînorin û nikarin ji ber hêzên Îranê derbaz bibin.