Li Bradostê: 2 leşker mirin, 5 jî birîndar bûn

Gerîlayên HPG'ê li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê li leşkerên Tirk dan. Di çalakiyê de 2 leşkerên Tirk hatin kuştin, 5 leşker jî birîndar bûn

Li Bradostê: 2 leşker mirin, 5 jî birîndar bûn
6 gulan, 2018   07:28

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku nûçegihanên ANF‘ê ji çavkaniyên herêmî girtin, teqemeniya li ser rêya navbera qadên Kevortê û Şepanê yên herêma Bradostê hatibû bicihkirin, dema ku leşkerên Tirk jê derbas dibûn teqiya.

Di encama teqînê de 2 leşkerên Tirk mirin û 5 cerdevan û leşkerên Tirk jî birîndar bûn.

Tê gotin, leşkerên Tirk ji ber şert û mercên hewayê nikare termên leşkerên xwe û birîndarên xwe ji herêmê rake.