Dagirkeriya Tirkiyê Mezara Şehîd Seydo bi temamî rûxand

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê Goristana Şehîd Seydo ya li gundê Kefer Sefra yê herêma Cendirîsê ya Efrînê bi temamî rûxand.

Dagirkeriya Tirkiyê Mezara Şehîd Seydo bi temamî rûxand
1 gulan, 2018   12:14

EFRÎN

Artêşa Tirk a dagirker Goristana Şehîd Seydo ya ku bi sedan gorên şehîdan têde hene bi temamî rûxand.

Wêneyên ji goristan re hatine kişandin diyar dibe ku gorên şehîdan hate rûxandin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di demên berê de êrîşî goristanê kiribû û goristan hatibû rûxandin.

Hêjaye bi bîr xistinê ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji 18`ê Adarê de dema ku bajarê Efrînê dagirkir dest bi rûxandina cihên xizmetguzarî û pîroz kir.

(bx)

ANHA