‘Meşaleya li Emerîkayê pêketî, di Şoreşa Rojava de geş dibe’

Gelê Qamişlo û Amûdê di çarçoveya 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê de bi meşekî soza berdewamiya Berxwedana Serdemê dan û diyar kirin ku meşaleya berxwedanê ya ji beriya 132 sal li Emerîkayê pêketî di Şoreşa Rojava de geş dibe. 

1 gulan, 2018   12:23

QAMIŞLO

Komîteya Karkeran a Bajarê Qamişlo û Komîteya Karkeran a Amûdê bi alîkariya TEV-DEM û Kongreya Star di çarçoveya 1’ê Gulanê Roja Karkerên Cîhanê li Qamişlo meşek lidarxistin. Meş di bin şiara “Bi Rihê 1’ê Gulanê Wê Berxwedana Serdemê Berdewam Bike” hat li darxistin. Meş ji Dewara Osman Sebrî destpêkir, heya stada Şehîdên 12’ê Adarê dewam kir. Bi hezaran karker û karmendên bajarê Qamişlo û Amûdê bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG/YPJ’ê, parkarta “Bijî Sosyalîzim” tevlî meş bûn. Di meşê de druşmên “Bijî 1’ê Gulanê”, “Bijî berxwedana Efrînê”, “Bijî Partiya Karkerên Kurdistan”, “Bijî berxwedana YPG, YPJ, QSD” û “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin. Meşvan di ber stranên şoreşgerî de meşiyan.

Piştî ku meş gihişt stada Şehîdên 12’ê Adarê li ser giringiya rojê axaftin hatin kirin û govend hat gerandin. Hevseroka Komîtya Karkerên Amûdê Şîrîn Reşik axivî. Şîrîn diyar kir ku ew bi rihê Berxwedana Serdemê cejna 1’ê Gulanê pîroz dikin û wiha got, “Em diserî de cejna Rêberê Mirovahiyê, kesê ku rûmet daye keda mirovahiyê Abdullah Ocalan pîroz dikin.”

‘Rêberê Gelê Kurd Serok Apo giringiya vê rojê ji me re vegot’

Piştî Şîrîn Serokê Desteya Rêveber a Herêma Cizîrê Abdulkerîm Saroxan axivî. Saroxan diyar kir ku ew îro carek din ji bo daxwaziya mafê karkeran derketine kolanan û wiha berdewam kir, “Me berê giringiya vê rojê nedizanî, ta ku Rêberê Gelê Kurd ê şoreşek 40 salî heya roja îro bi rêvedibe Abdullah Ocalan giringiya vê rojê ji me re vegot. Şoreşek di bin fikre Serok Apo û bi rêveberiya kedkaran hatî destpêkirin, elbet dê serbikeve. Em vê rojê li hemû partî û rêveberên kedkar ên li seranserên cîhanê li dijî zilmê serî hildayîn pîroz dikin. Em vê rojê li YPG, YPJ û hemû hêzên leşkerî yên ji çîna kedkaran rabûne serpiyan û gele xwe diparêzin pîroz dikin. Ev meşa wan jî berdewama serhildana li dijî koletî û zilmê ye. Em bi vê meşê serfirazin.” 

‘Meşaleya li Emerîka pêketî, di Şoreşa Rojava de geş dibe’

 Li ser navê Saziya Yekîtiya Piştgiriya Gelan jî Bêrîtan Asya axivî. Bêrîtan da zanîn ku sîstema kapîtalîst ji roja ku derketiye heta niha xwe li ser ked û tûnehesibandina gelan û olan xwe li ser piyan hiştiye û gotinên xw wiha berdewam kir, “Çawa ku vê sîstemê ji beriya 132’ê li Emerîkayên kedkar ji bo mafê xwe rabûn serpiyan qetilkirin, niha jî li Rojhilata Navîn komkujiyên xwe berdewam dikin. Li ser axa Sûriye yê jî ev hêzên emperyalist dagirkirina xwe berdewam dikin û êrîşî Şoreşa Rojava ya ku mafê gelan diparêze dikin. Li hemberî van êrîşan gelê li herçar parçeyên Kurdistanê li dijî zilmê dadikevin kolanan. Meşaleya ji beriya 132’ salî ya ji bo kedê hatî vêxistin, di şoreşa Rojava de geş dibe.”

ANHA