Dewreya 22`an a Hêzên Ewlekariya Hundrîn bidawî bû

Akademiya "Şehîd Îdrîs" a Hêzên Ewlekariya Hundrîn dewreya 22`an a bi navê "Şehîd Hisên" bi dawî kir.

Dewreya 22`an a Hêzên Ewlekariya Hundrîn bidawî bû
Dewreya 22`an a Hêzên Ewlekariya Hundrîn bidawî bû
Dewreya 22`an a Hêzên Ewlekariya Hundrîn bidawî bû
Dewreya 22`an a Hêzên Ewlekariya Hundrîn bidawî bû
Dewreya 22`an a Hêzên Ewlekariya Hundrîn bidawî bû
Dewreya 22`an a Hêzên Ewlekariya Hundrîn bidawî bû
1 gulan, 2018   12:08

GIRÊ SPÎ

Li Akademiya "Şehîd Idrîs" a Hêzên Ewlekariya Hundrîn a navçeya Eyn Îsa ya girêdayî kantona Girê Spî dewreya perwrdeyê ya 22`an a 125 endamên Hêzên Ewlekariya Hundrîn bi merasîmekê bi dawî bû.

Di dewreya perwerdeyê de ku bi navê "Şehîd Hisên" hatî organîzekirin 10 rojan dewam kir. Di dewereyê de dersên birdozî, leşkerî û şêwazên şer hatin dayîn.

Merasîma bidawîkirina dewreya perwerdeyê bi rêzgitin destpê kir. Paşê yek ji rêveberên Hêzên Ewlekariya Hundrîn Îskender Mihemed wiha axivî,"Em ê heta dawiyê şopdarên xeta şehîdan bin û pransîpên neteweya demokratîk berdewam bikin da ku armacên wekhevî û demokrasiyê pêk binin û ewlehiya herêmê bi cih bînin."

Her wiha Iskender Mihemd ji hemû endamên Hêzên Ewlekariyê Hundirîn xwest ku ji bo pêkanîna ewlekariya herêma Reqayê yekrêz bin û got ku hêzên ewlekariyê cih bîr û baweriya gel e.

Paşê endamên ku tevlî dewreya perwrdeyê bûne soz dan û torneke leşkerî lidar xistin.

Hêjaye bi bîr xistinê ku şehîd Hisên yek ji  endamê Hêzên Ewlekariya Hudrîn bû, di 2‘ê Nîsanê de dema li ser karê xwe  li navçeya Eyn Îsa şehîd bû.

(bx)

ANHA