Melcîsa Zagonsaz a Tebqayê "Zagona Yekbûyî ya Karkeran" êrê kir

Melcîsa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Herêma  Tebqayê "Zagona Yekbûyî ya Karkeran" derxist.

Melcîsa Zagonsaz a Tebqayê "Zagona Yekbûyî ya Karkeran" êrê kir
1 gulan, 2018   11:47

TEBQA

Ji ber pêwîst bi zagoneke ku xebatên karkeran bi rêxistin bike û mafên wan misoger bike, Buroya Zagonî û Şêwirî ya Meclîsa Rêveber a herêma Tebqayê projeyek lêkolîn kir, piştî lêkolînê, proje radestî Meclîsa Zagonsaz hate kirin.

Meclîsa Zagonsaz a herêma Tebqayê di civîna xwe ya (17) de  zagona hejmara (5) a  "Zagona Yekbûyî ya Karkeran" erê kir.

Zagon ji 66 madeyan pêk tê, tê de mekanîzmeya xebatê di nava sazî û navendên rêveberiya sivîl, mafên karkeran û erkên wan, diyarkirina mûçeyan şîrove dike.

(bb)

ANHA