Minbiciyan Cejna Karkeran pîroz kirin

Şêniyên Minbicê bi şahiyekê 1‘ê Gulanê, Cejna Karkeran pîroz kirin.

Minbiciyan Cejna Karkeran pîroz kirin
Minbiciyan Cejna Karkeran pîroz kirin
Minbiciyan Cejna Karkeran pîroz kirin
Minbiciyan Cejna Karkeran pîroz kirin
Minbiciyan Cejna Karkeran pîroz kirin
1 gulan, 2018   11:23

MINBIC

Komîteya Yekîtiyan a bajarê Minbicê îro bi boneya Cejna Karkeran a Cîhanî şahiyek lidar xistin. Rêveberên komîteya Yekîtiyan, endamên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk, endamên Hêzên Ewlekariya Hundrîn, gumrik û bi sedan tevlî şahiyê bûn. Şahî li qada Um El-Cilûd a bakur rojavayê bajar hate lidarxistin.

Di şahiyê de yek ji karkerê bi navê Feysel Hemam axivî û Cejna Karkeran li hemû karkerên cîhên pîroz kir û destnîşan kir ku di sîstema Rêvberiya Xweseriya Demokratîk de Yekîtiya Karkeran ji bo parastina mafên wan û çareserkirina pirsgirêkên wan hate avakirin.

Endama Dîwana Meclîsa Zagonsaz a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û gundewarên wê Emel Dada li ser rola karkeran di xizmet û pêşketina bajar de axivî. Emel destnîşan kir ku tişta ku di vê salê de balê dikşîne ew e ku di rêveberî û meclîsan civaka azad a demokratîk bi hemû pêkhateyên wê bi rêxistin dikin û got ku her tiştên ku hatine bi dest xistin bi saya tekoşîna şehîdan e.  

Di şahiyê de, yek ji rêveberên Komîteya Yekîtiyan Tirkî El-Hac Mûsa axivî û cejna Karkeran pîroz kir. Her wiha hemû şehîdên şoreşê yên ku ji bo azadiya welatê xwe canê xwe feda kirin hatin bi bîr anîn. El-Hac di axaftina xwe de hêviya pêşketinê ji hemû karkeran re xwest.

Şahî bi xelekên dîlanan bi dawî bû.

(bx)

ANHA