Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Cejna Karkeran pîroz kir

Serokatiya Meclîsa Rêveber a kantona Cizîrê cejan Karkerên Cîhanê li hemû karkerên Rojava, Sûriyê û hemû cîhanê pîroz kir û rola wan di pêşxistina civakê û pêşengtiya şoreşa li hember zilm û zorê destnîşan kir.

Meclîsa Rêveber a Kantona Cizîrê Cejna Karkeran pîroz kir
1 gulan, 2018   11:12

QAMIŞLO

Hevserokatiya Meclîsa Rêvber a Kantona Cizrîrê bi boneya 1`ê Gulanê cejna Karkerên Cîhanê daxuyaniyek nivîsîkî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

"Ji destpêka dîrokê heta roja me ya îro her tim ked û xebatê cewherê rasteqîne ku mirovan dighêjîne armancên xwe. Bi vê boneyê em hemû kedkarên ku li hember siyaseta zilm û zorê ji beriya sed û 32 salan li Şîkagoya Emerîka şehîd bûn, bi bîr tînin.

Beşên karker ji beriya bûyerên Şîkagoyê û heta roja me ya îro tu carî ne westiyan û armancên xwe di xizmeta civak û pêşxistina wê de pêk anî. Her tim pêşengtiya şoreş û serhildanên cîhanî û Kurdistanê dike bû taybet şoreşa Rojava ya ku hertim pêşengtiya guhertina li hember zilm û zorê dike û wan ber bi azadî û wekheviya civakî dibe.

Hemû pêşketinên di şoreşê de delîlê tevlîbûna ber fireh a xwediyên kedê ne ku bi pêşengî û hemû derfetên xwe tevlî dibin û ji bo ku nivşên pêşerojê azad bijîn gelek zarokên xwe feda kirin.

Bi boneya cejna Karkerên Cîhanê em hemû malbatên şehîdan sivlav dikin. Em bi rêzgitin bejna xwe li hember hemû dayîkên şehîdan ditewînin.

Em hemû karker û xebatkarên ku bi şev û roj kar dikin, silav dikin. Ên ku ji bo têgiştina wekhevî û azadiyê bi ku bi westin dixebitin.

Her sal û hemû karkerên Rojava, Sûriyê û hemû cîhanê bi xêr û xweşî bin."

"Serokatiya Meclîsa Rêveber a kantona Cizîrê"

(bx)

ANHA