Gelê Dêrikê 1‘ê Gulanê pîroz kirin

Li  bajarê Dêrikê 1‘ê Gulanê cejna Karkeran a Cîhanî hate pîrozkirin.

Gelê Dêrikê 1‘ê Gulanê pîroz kirin
Gelê Dêrikê 1‘ê Gulanê pîroz kirin
Gelê Dêrikê 1‘ê Gulanê pîroz kirin
Gelê Dêrikê 1‘ê Gulanê pîroz kirin
Gelê Dêrikê 1‘ê Gulanê pîroz kirin
1 gulan, 2018   10:39

QAMŞILO

Bi sedan şêniyên bajarê Dêrikê ya herêma Cizîrê bi wesîleya cejna Karkeran a Cîhanê şahiyeke li navenda Yekîtiya Ciwanên Rojava lidar xistin.

Şahî ji aliyê Yekîtiya Kedkar û Karkeran a bajarê Cizîrê ve hatî birêxistinkirin.

Şahî bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, paşê Hevserokê Yekîtiya Karker û Kedkaran a bajarê Dêrikê Mihemed Ebdulrehaman cejn li hemû karkeran pîroz kir û dîroka Cejna Karkeran vegot.

Ebdulreham destnîşan kir ku dîroka cejna Karkeran vedigere sedsala 18‘an, 35 hezar karker li hemberî bê mafiyê û zêdebûna saetên xebitandinê û kêmbûna mûceyan daketin qadan û daxwaza mafê xwe kirin.

Bi navê Kongreya Star û Melîsa bajarê Dêrikê axaftin hatin kirin, di axaftinan de hate gotin ku 1‘ê Gulanê yek ji sembolên karker û kedkaran e ku xwe bi rêxistin bikin û banga mafê xwe bin.

Her wiha hate gotin ku bi pêkanîna mafên karkeran civakeke exalqî û polîtîk pêk tê.

Piştî axaftinan, koma Cûd ya girêdayî navenda Çand û Hunera Demokratîk a Dicle stran pêşkêş kirin.

(bb)

ANHA