Di roja cejna xwe de  soza pêşxistina xebatê da

Karkerên Şaredariya Gel a Girê Spî 1`ê Gulanê cejna Karkeran a Cîhanî li hemû karkaran pîroz kirin û soz dan ku wê bi hemû derfetên xwe ji bo pêşxistina bajarê xwe tev bigerin.

Di roja cejna xwe de  soza pêşxistina xebatê da
Di roja cejna xwe de  soza pêşxistina xebatê da
1 gulan, 2018   10:18

ÎBRAHÎM EHMED / GIRÊ SPÎ

Bi boneya 1`ê Gulanê cejna Karkeran cîhanî karkerên Şaredariya Gel a Girê Spî hêviya pêşketinê di sala nû de kirin.

Werşeyên şaredariyê yên beşên paqî, rakirina gîhayên bi zerar ji parkan û sererastkirina toryeyên avê û kenalîzasiyonê bê navber dixebitin.

Karkerên şaredariyê cejna karkeran li hemû karkerên cîhanê pîroz kirin.

Xebatkarê komîteya Fenî ya şarederiyê Îsa Remedan got ku ew di saetên sibê de diçin ser karê xwe û toreyên avê û kenalîzasiyonê sererast dikin da ku xizmeta şêniyan bikin.

Îsa bang li aliyên peywendîdar kir ku sîgorta ji wan re peyda bikin.

 Ji aliyê xwe ve xebatkarê paqijiyê Yûsif El-Elî got ku ew di nava rojê de hemû kolanên bajar paqij dikin ji bo ku bajarê wan paqij be.

Karkerên şaredariyê soz dan ku ewê bi hemû derfetên xwe bixebitin da ku alîkariya bajarê xwe bikin.

(bx)

ANHA