Şaredariya Eyn Îsa bi derfetên kêm berhemên mezin pêk aniye

Şaredariya Gel a Navçeya Eyn Îsa di sala derbasbûyî de karîbû xizmetên sereke ji welatiyên navçeyê re bi derfetên xwe yên herî kêm pêk bîne.

Şaredariya Eyn Îsa bi derfetên kêm berhemên mezin pêk aniye
Şaredariya Eyn Îsa bi derfetên kêm berhemên mezin pêk aniye
Şaredariya Eyn Îsa bi derfetên kêm berhemên mezin pêk aniye
Şaredariya Eyn Îsa bi derfetên kêm berhemên mezin pêk aniye
Şaredariya Eyn Îsa bi derfetên kêm berhemên mezin pêk aniye
Şaredariya Eyn Îsa bi derfetên kêm berhemên mezin pêk aniye
1 gulan, 2018   06:44

TIRKÎ EL-KALIT / GIRÊ SPÎ

Şaredariya Gel a Eyn Îsa di dawiya meha nîsanê de û bi vegera welatiyên ku ev çend sal in koçber bûne kar û xebatên xwe didomîne. Şardarî bi komîteyên xwe yên xizmetguzarî, zumhêr, darayî, fenî, Peyman û Zatiyê, av û zabîte ji aliyê 60 memûran ve tê birêve birin.

Ji dema şaredarî dest bi xebatên xwe kir bi derfetên xwe yên kêm, pêdivyên jiyanî yên heyî ji peydakirina ava vexwarinê, ceyran û nan ketiye nava liv û tevgerê. Ji bo peydakirina avê sê sarîc xistin xizmetê. Ji wan 2 ji şaredariya Eyn Îsa re ne û yek li şaredairya El-Hîşe hate erkdarkirin. Ji bo peydakirina nan jî şaredariyê sê firneyên navçeyê xistin xizmetê, her wiha tureyên ceyranê tamîr kir û xetên zerer dîtibûn sererast kir. Hemû xebat li gorî derfetên heyî pêk hatin.

Ji bo tevgera welatiyan di nava navçeyê de hêsan bibe, hemû bendên ku çeteyan li ser riyan çêkiribûn, rakirin. Di şaredariyê de 12 karkerên paqijiyê dixebitin, rojane çopa heyî radikin cihê wê yê taybet.

Ji bo xebatên bazirganiyê pêk were, heta niha 600 ruxsetên hemû xebatan hatine dayîn. Bi vê yekê jî derfetên kar ji welatiyan re tê peyda kirin.

Şaredariyê her wiha keraca kevin amade kir da ku çûn û hatina rojane ji navçeyê û heta deverên din pêk were.

Komîteya avê jî stasyona avê tamîr kir, da ku av bighêje hemû navçeyê.

Di vê çarçoveyê de Hevserokê Şaredariya Eyn Îsa Enwer El-Iweyîd got ku niha ew amadekariya vekirina sûka gel li navçeyê dikin û da zanîn ku wê hemû madeyên xwarinê li sûkê were firotin.

Her wiha El-Iweyîd da zanîn ku alavên û tirmpêlên wan ên komkirina çopê û dûrxistina wê kêm in û ev tişt anî ziman,"Em erebeyan kirê dikin, da ku em karê pêwîst pêk bînin. Banga me ji saziyên têkildar re ew e ku alîkariya şaredariya me bikin ji bo ku em erka xwe pêk bîn in."

Welatiyên herêmê diyar kirin ku şaredarî baş kar û xebatên xwe dimeşîne.

(dc)

ANHA