Careke din kargeha îsfeltê kete xizmetê

Piştî ku çeteyên DAIŞ`ê hemû alavên wê dizîn careke din kargeha îsfeltê ji aliyê Şaredariya Gel a bajarê Kobanê ve hate tamîrkirin û kete xizmetê.

Careke din kargeha îsfeltê kete xizmetê
Careke din kargeha îsfeltê kete xizmetê
Careke din kargeha îsfeltê kete xizmetê
Careke din kargeha îsfeltê kete xizmetê
Careke din kargeha îsfeltê kete xizmetê
29 nîsan, 2018   08:41

KOBANÊ

Kargeha îsfeltê dikeve başûrê kantona Kobanê ya herêma Firatê. Rojane 500 m3  îsfelt çêdike. Dema ku çeteyên DAIŞ`ê derbasî kantona Kobanê bûn hemû alavên wê dizîn.

Ji ber ku pêdiviya şêniyên herêma Firatê bi sererastkirin û îsfeletkirin riyan heye ji ber vê yekê, Şaredariya Gel a bajarê Kobanê dest bi tamîrkirina kargehê bi teklîfeya 145 hezar dolar kir.

Piştî xebata ku demekê hate meşandin, kargeh jinûva kete xizmetê.

Di vê çaçroveyê de Hevserokê Meclîsa Şaredariyên Gel ên bajarê Kobanê Faris Etî got ku ew ê îsfeltê bidin bajarên Reqa, Minbic û Tebqayê da ku riyên wan werin îsfeltkirin.

(bx)

ANHA