Li Iraq û Başûrê Kurdistanê di nav êrîşan de amedekariyên hilbijartinê

Li Iraq û Başûrê Kurdistanê amadekariyê hilbijartina parlementoyê têne kirin. Bi hilbijartinan re dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe yên li ser herêma Bradostê giran kir. Tehdîdên çeteyên DAIŞ’ê yên ku dixwazin qadê tevlîhev bikin, nikarin pêşiya qîrkirina yekgirtina rihê gel û şiara gel ya “Ji dagirkeriyê re dawîbûn” bibirin.

Li Iraq û Başûrê Kurdistanê di nav êrîşan de amedekariyên hilbijartinê
29 nîsan, 2018   08:43

MURADA KENDA- SILÊMANÎ

Gelê Iraq û herêma federal a Başûrê Kurdistanê di 12’ê Gulanê de ji bo hilbijartinên parlementoya Iraqê li 18 eyaletan diçin ser sindoqan. Piştî di sala 2003’an, bi destwerdana DYE’yê dîktatorê Iraqê Seddam Husên hat ruxandin. Ev cara çareme ku li Iraq û Başûrê Kurdistanê gel diçe ser sindoqan. Di heman demê de li gel ku ev 4 sale Iraq li hemberî çeteyên DAIŞ’ê tekoşînê dike, niha jî bûye hedefa êrîşên dewleta Tirk a dagirker.  

Li Iraqê xebatên hilbijartina parlmentoyê berdewam dikin. Ji bo propogandayên hilbijartinên destpê kirî, partî û lîsteyên hilbijartinê ketin pêşbirka afîşan. Bajar, navçe û gund bi afîşên namzetan hatin xemilandin. Broşorên ku ji aliyê partiyên siyasî ve hatine amedekirin kolan bi kolan tên belavkirin. Li hinek cihan jî afîşên hinek partî û lîsteyan ji aliyê alîgirtên partiyên din ve hatine qetandin. Eleqeya ciwanan ji bo hilbijartinê zêde ye û jin jî bi cil û bergên herêmî û lêxistina erbaneyan reng didin xebatên hilbijartinê. Di 12’ê Gulanê de dê ji bo 329 kursiyan 88 lîste û ji partiyên cuda 6 hezar 904 namzet ji bo hilbijartinên parlementoyê bikevin pêşbirkê. Ji van namzetan 4 hezar 850 mêr û 2 hezar 54 jî jin in.

Wîlayetên Iraqê jî ev in: Enbar, Babil, Bexda, Besra, Kerkûk, Dihok, Hewlêr, Silêmanî, Helepçe, Diyala, Ziqer, Selahedin, Qadîsiye, Kerbela, Musena, Misan, Necef, Ninewa û Wasit in. Helepçe ji 2013’an ve  wîlayet tê pejirandin lê dê ji bo hilbijartinan wek navçe tevlî bibe. Dê li 18 wîlayetan ji bo 329 kursiyan 24 milyon 33 hezar 494 kes deng bi karbîne. 44 kursî jî li gor asta dengên partiyan bi awayê temsîla nisbî dê bê diyarkirin. Li aliyê din jî parlemento ji bo kêmnetew û baweriyên cuda, li gorî gotayê,  9 kursî tên diyarkirin. Ji van kursiyan 6 ji bo Xiristiyanên li Bexda, Musil, Dihok û Kerkûkê dijîn, kursiyek ji bo Êzidiyên li Nînewa yê, yek ji bo koma Sabîeyei Mendayi yên li Bexdayê û kusiyek jî ji bo Kurdên Şebek ên li Musilê dijîn tên diyarkirin.

Di heman demê de agahiyek ku pêwîstiya wê bi dayînê heyî jî dê cara yekem li Iraqê hilbijêr bi sîstema biyometrîk (ji bo şopên kes ên biyolojik bên naskirin) deng bên bikaranîn. Hilbijêrên ku qeyda xwe ya biyometrîk çênekirîn jî dê ji bo dengdanê kartên xwe yên di sala 2014’an pê tevlî hilbijartinê bûyîn bi karbînin. Bi vê sîstemê dixwazin pêşiya kesên ku dixwazin du car deng bi karbînin bigirin, di heman demê de xebatên pêşiya hileyan bigirin tên kirin. 

Li 52 hezar navendên cuda sîstema sindoqên elektronîk tên danîn

Hilbijartinên ku jêre çend hefte mayîn, texmîn û venêrînên raya giştî yên destpêkê derketin holê. Li gor encaman, bloka Kurd ku di hilbijartina herî dawî ya 2014’an de 65 parlementer derxistîn, tê texmînkirin dê vê carê 5 parlementeran wida bike û hejmara parlementeran bikeve 57’an. Kurdan di hilbijartinên borî de kontejana 44 ya ji wan re hatî cuda kirin ji derveyî Hewlêr, Dihok û Silêmaniyê, li Kerkûk 8, Musil 8 û Diyala 2 kursî bidestxistibûn û bi giştî 62 kursî standibûn.

Tevgera Azadî dixwaze îradeya gel derxe holê

Tevgera Azadî, ku dê îsal bikeve hilbijartinê xebatek berfireh dide meşandin. Tevgera Azadî, ku di 17’ê Cotmeha 2014’an hat damezrandin, lê li gor fermiyeta zagonên Iraqê di 4’ê Kanûna 2017’an de hat pejirandin. Tevgera Azadî ji bo hilbijartinên 12’ê Gulanê bi Tevgera Nifşê Nû û Aliyê Demokrasiyê yê Gelan re koalisyon pêk anî. Tevgera Azadî xebatên hilbijartinê bi awayek berfireh li Iraq û herêma Kurdistanê dide meşandin. Tevgera Azadî di çarçoveya van xebatan de, bi civînên gel, semîner, panêl û serlêdanên malan xebatên hilbijartinê dide meşandin. Tevgera Azadî, di demek ku li Iraqê kirîza siyasî tê jiyankirin bi gel re tê cem hev û dixwaze îradeya gel derxe holê. Li aliyê din jî ji bo parastina hilbijartinan, ji bo saziyên çavdêr ên navnetewî tevlî pêvajoya hilbijartinên bibin xebatan dide meşandin.

Ji bo hilbijartinan gel mesajên xwe yên dawî ji bo dagirkeriyan dide

Mijarek din ku bûye rojeva hilbijartinan jî li Kerkûkê neketina hilbijartinan ya PDK’ê û boykotkirina hilbijartinê ye. Texmînên ku li Kerkûkê dengên PDK’ê dê herin aliyê Koalisyona Edalet û Demokrasiyê ku serokê wê Berhem Salih, Civaka Îslamî ya Kurdistanê (KOMEL) û Tevgera Guherînê (GORAN). Li aliyê din jî di nava nirxandinan de,  PDK’ê li ser ekonomiya Kerkûkê bi dewleta Tirk a dagirker re li hev kiriye û komek ji dewleta Tirk çûye Kerkûkê tên axaftin. Xiyaneta PDK’ê ya 16’ê Cotmehê û windahiyên hatîn jiyankirin di bîra (hafizaya) gel de cih girtiye. Gel bi şiara ‘ji xiyanet û dagirkeriyê re dawîbûn’ xiyanetê napejirîne û dibêje PDK‘ê li Kerkûkê hîn neketî hilbijartinê winda kiriye. Di vê rewşê de nêrîn bi giranî di aliyê ji herkesî zêdetir windakirina PDK’ê de ne.    

Li aliyekî hilbijartin, li aliyê din dagirkerî

Iraq, bi hewaya hilbijartinên parlementoyê re ye, dewleta Tirk a dagirker li herêma Bradostê dagirkeriyê kur dike. Gel li hemberî van êrîşên dagirkeriyê bertekên mezin nîşan bide jî, PDK’ a ku hikumetê di bin kontrola xwe de girtî bêdeng e. Heta niha partiyên ku bertek nîşanî van êrîşên dagirkeriyê dane, GORAN, YNK û Tevgera Azadî ne. Gel jî, partiyên ku bertek nîşanî van êrîşan nekirî li gel dagirkeran di heman qadê de dinirxîne.

Ji DAIŞ’ê, ji bo hilbijartinan tehdîdên êrîşan

Ji beriya çend rojan li Hewlêrê Gerînendeyê (Midur) Giştî yê Lijneya Bilind a Hilbijartinan ê Başûrê Kurdistanê Faris Mihemed di encama êrîşekî bi çek de jiyana xwe ji dest da. Li aliyê din jî Berdevkê DAIŞ’ê Ebû Hesen Muhac, roja yekşemê di dengê 48 deqe ku li ser Telegramê parvekirî de tehdît kir û got, “Bila ji bo hilbijartinên 12’ê Gulanê de Sûnnî ji hilbijartinan dûr bin, dê navendên hilbijartinan û kesên tên hilbijartinan bibin hedef”. Gel bertek nîşanî van çalakiyên provekator dan, diyar kirin ku dê bi rihê yekgirtin û bihevrebûnê serbikevin û nahêlin ev provekasyon sekna wan ya bi biryar bandor bike.

Rewşên piştî hilbijartinan derkevin holê, cih ji bendewariyek bi mereq re hêlaye.

(bm)

ANHA