Çeteyên dewleta Tirk jineke ducanî tecawiz kirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê jineke ducanî ji herêma Cindirêsê revandin û tecawiz kirin. Her wiha çeteyan jineke din jî ji navçeya Şiyê revandin û ber bi herêmeke ne diyar ve birin.

Çeteyên dewleta Tirk jineke ducanî tecawiz kirin
22 nîsan, 2018   14:33

SÎMAV  XELÎL-HENAN MIHEMED/EFRÎN 

Çavkaniyekê ji herêma Cindirêsê ya Kantona Efrînê ji ANHAʹyê re ragihand ku çeteyên dewleta Tirk jineke ducanî revandin. Jina ducanî bi riya telefonê bi malbata xwe re axivî û da zanîn ku çeteyan ew tecawiz kirine. Her wiha got ku zarok ji ber çûye. Lê cihê wê nehat zanîn. 

Malbata jina revandî bang li civaka navneteweyî kir ku kiryarên arêtşa Tirk a dagirker û çeteyên rawestînin û keça wan ji destê dagirkeran rizgar bikin. 

Çavkaniyekê ji bajarê Efrînê jî diyar kir ku çeteyên dewleta Tirk jina bi navê Xedîce Hec Qedrî ya zewicî ya navçeya Şiyê revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin. Her wiha çeteyan pere û erebeya malbata wê dizîn. 

Beriya niha çavkaniyekê ji bajarê Efrînê da zanîn ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi heman rêbazê DAIŞʹê desmala seriyan û cilên dirêj li ser jinan ferz dikin. Li aliyekî din jî hovîtiya li dijî gel didomînin û kiryarên kuştin, revandin, tecawizkirin û talankirinê pêk tînin. 

(mm)

ANHA