Ji bo 3 lehengên Berxwedana Serdemê sersaxî hate xwestin

Li herêma Serêkaniyê ya kantona Hesekê ji malbatên 3 lehengên Berxwedana Serdmê re sersaxî hate xwestin.

Ji bo 3 lehengên Berxwedana Serdemê sersaxî hate xwestin
22 nîsan, 2018   10:36

HESEKÊ

Şêniyên herêma Serêkaniyê ji malbatên şervanên YPG‘ê Bilind Şêxo (Alan Serêkaniyê),Ocalan Murad (Zinar Zagros) û Ehemd Efeş El-Hemed ên ku di Berxwedana Serdemê ya Efrînê gihiştine şehadetê sersaxî xwestin.

Merasîmê sersaxiyê li stada Rustem Cûdî ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Serêkaniyê ve hate organîzekirin.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Bi navê Meclîsa Malbatên Şehîdan Zehra Qido sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza mezinkirina têkoşînê da.

Li ser navê Kongreya Star Aya Berkel axivî û sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û got,``Şehîdên me bi xwîna xwe ya zelal xaka Rojava avdan, bi saya wan aramî û aştî pêk hatiye. Çiqas em pesnê wan bidin, em nikarin bînin ziman.``

Di merasîmê de her wiha bi navê Partiya Yekîtiye Demokratîk (PYD) Ciwan Îso axivî û sersaxiyê ji malbatên şehîdan re xwest û rola şehîdan di rizgarkirina herêmê anî ziman. Ciwan banga xwedîderketina li xwîna şehîdan kir.

Merasîm bi diruşmeyên``şehîd namirin`` bi dawî bû.

(bb)

ANHA