Gundê Helincê nimuna jiyana komînal

Şêniyên gundê Helincê yê Kantona Kobanê jiyaneke Komînal dijîn, di warê tenduristî û dermankirinê de bi hevre dibin alîkar.

Gundê Helincê nimuna jiyana komînal
21 nîsan, 2018   10:52

ZANA SEYDÎ / KOBANÊ

Bi akîtîvkirina komînên kantona Kobanê re, şêniyan xwe di nava komîteyan de bi rêxistin kirine.

Gundê Helincê yê dikeve başûrê bajarê Kobanê nimuna herî ber bi çav a rêxistinbûyîn ye. Şêniyên gundê Helinc xwe di nava komînan de bi rêxistin kirine û jiyaneke komînal dijîn. "Navenda Şehîd Herdem" ku 4 komînên gund di nav xwe de digre nûqteyeke tenduristiyê vekir û alîkariyên tenduristiyê ji bo şêniyên gundê Helinc û gundên derdora wê pêşkêş dike.

Bi vekirina nuqteya tenduristiyê re, êdî hewce nake ku şêniyên ji bo dermankirinê biçin bajêr, tenê di rewşên zor de diçin nexweşxaneyên bajêr.

Roşîn Mustefa li ser daxwaza şêniyên gund perwerde li ser destwerdana lezgîn dîtiye û di navendê de hemşîreyê dike.

Şêniyên gund pere kom kirin û pê alavên tenduristiyê û derman ji bo navendê kirîn.

Roşîn destnîşan kir ku karê wê tenê di navendê de kar dike û anî ziman ku ew serdana nexweşan, astengdar jî dike û alîkariyê pêşkêşî wan dike.

Şêniyên gund kêfxweşiya xwe bi vekirina navendê li gund anîn ziman.

(bb)

ANHA