Êzidiyên Efrîne wê tenê findan pêxînin

Êzidiyên herêma Efrîne wê Çarşemba Sor li koçberiyê û dûrî warê xwe pîroz bikin.

Êzidiyên Efrîne wê tenê findan pêxînin
18 nîsan, 2018   08:06

ŞEHBA

Êzidî meha nîsanê avakirina evrenê dibînin û ji meha nîsanê çarşemba duyemîn weke Çarşemba Sor pênase dikin û cejna xwe pîroz dikin.

Sîstema rejîma Baas a Sûriyeyê cejnên êzidiyan fermî nedikir û êzidî neçar diman ku di bin wan şert û mercan de cejnên xwe pîroz bikin. Piştî şoreşa Rojava û bi îlankirina sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re cejnên Êzidiyan êdî fermî bûn. Roja Çarşemba Sor êdî betlaneya û hemû pêkhateyên Rojava bi hev re vê cejnê pîroz dikin.

Êzidiyên li herêma Efrîne kevnar bûn û dîroka wan li ser her bosteke wê axê hebû, her sal cejnên xwe li warê xwe pîroz dikirin. Piştî ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kantona Efrîne dagirkirin, Êzidî jî mîna hemû pêkhateyên dîtir ên Efrîne neçarî koçberiyê bûn.

Êzidiyên koçberî herêma Şehba bûn êdî nema dikarin cejnên xwe pîroz bikin û dê tenê li gorî şert û mercên xwe pîroz bikin.

Welatiya bi navê Eyşe Seydo anî ziman ku wan bi sîstema Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re bi rehetî û bê astengî cejnên xwe pîroz dikirin.

Her wiha da zanîn ku wan li Efrîne xwe birêxistin dikirin û kevneşopiyên wan vejîn dibûn.

Eyşe Seydo diyar kir ku wan roja Çarşemba Sor hêk ji derveyî rengê reş bi hemû rengan dixemilînin û wiha got:“ Hêk li gel me evrene û piştî em dikelînin em wan hêkan bi hemû rengan dixemilînin, ew hişkbûna hêkê jî tê wateya gihîştina evrenê ya erdê û avê, şikandina hêkê jî tê wateya teqîna mezin a evrenê”.

Di berdewamiya gotinên Eyşe Seydo de hat gotin ku ew ê îsal tenê findan dadin û ji bo vegerin warê xwe Efrîn dea bikin.

Her wiha Hevseroka Komeleya Êzidiyan Gule Cafer got ku De Mistura di Kongreyê Damezrînerên Aştiyê de gotiye ew ê mafên Êzidiyan biparêzin lê bele ji bo seknandina êrîşa li ser wan li Efrîne kesek bi wan re nebûye alîkar.

Gule Cafer di dawiya gotinên xwe de roja Çarşemba Sor li hemû şêniyên Efrîne pîroz kir û dagirkirina Tirkiyê û çeteyên wê ji Efrîne re fermana 75 pênase kir.

RAPOR: TOLÎN HESEN

DÎMEN: DICLE XELÎL

(np)

ANHA