Sînaryoya aloziya Kûba li Sûriyê nû dibe

Aloziya di navbera Rûsiya û hevkariyê wê ji aliyekî ve û Amarîka û hevkarên wê ji aliyê din ve di rewşa nIha li Sûriyê tê jiyankirin, dişibihe aloziya Kûba ku di dema Cenga Sar de di navbera herdû welatan hate jiyankirin. Li vir pirsa xwe beriz dike, gelo wê aloziya niha jî wekî ya Kûba bi itîfaqa di navbera herdû aliyan de bi dawî bibe.

Sînaryoya aloziya Kûba li Sûriyê nû dibe
17 nîsan, 2018   07:11

YEHYA EL-HEBÎB / NAVENDA NÛÇEYAN

"Fûzyên tên…xweşikin, nûne û zîrek in, bela Rûsiya xwe ji wan re amade bike" Serokê Amarîka Tramp li ser hesabê xwe yê Twiterê beriya êrîşa li dijî Sûriyê ev gotin weşand. Pûtîn jî bi gotina ew hêvî dike mentiqa saxlem li cîhanê pêk were û di çareseriya aloziyên navdewletî de divê zimanê aqlane serwer be.

Daxuyanî Amarîka û hevkarên wan ên Rojavayî, her wiha di navbera Rûsiya, Îran û Rêjîma Sûriyê de zêde bûn. Di daxuyaniyên Rûsiya de diyar bû ew  ketine panîkê.

Amarîka bi Fransa û Birîtaniya re hin bargehên rêjîma Sûriyê topbaran û bombebaran kirin. Cîhan jî bûyer bi baldarî dişopîne. Gelo wê Amarîka û hevkarên wê bi derbeyên li dijî bargehên rêjîmê pêk anîn, têr bibin, an tenê êrîşa wan siyasî bû, zêdeyî wê ku leşkerî bû, ew jî armanca Amarîka ew e ku rêveberiya cîhanê bidest bixe.

Di nava 7 salên derbasbûyî de ji şoreşa navê "Buhara Erebî" lê hat kirin, beriya wê jî analîz û nirxandin lê hat kirin, dibêjin ku yekaliya ku Amarîka serkêşiya wê dikir, bi dawî bû ye. Dibêjin ku niha aliyekî din bi rêveberiya Rûsya pêk hatiye. Vê yekê Amarîka û hevkarên wê kir nava metirsînê de. Bi taybet di dema Obama de. Lê dema Tramp hate li ser desthildariyê bi demeke kurt hemû berpirsên xwe guhertin.

Dema mirov li van geşedanan temaşe bike, ji aloziya di navber Dewletên Yekbûyî yên Amarîka û Rûsya de, diyar dibe ku tiştê niha pêk tê pir dişibihe dema Cenga Sar û aloziya Kûba.

Di dema Cenga Sar de gelek aloziya navdewletî de Di sala di navbera 1948-1949'an de, her wiha şerê Kûriya di sala 1950-1953'an de, aloziya Berlînê di sala 1961'an de, şerê Vêtnamê di sala 1956-1975'an de, êrîşa Sovyêtê û Efganistanê. Lê di sala 1962'an de jî aloziya Kûba xwedî girîngiyek mezin bû. Di wê demê de cîhan ber bi Cenga Cîhanê ya sêyemîn de ve diçe. Di aloziya di navbera herdû welatan de aloziyek perwerdeya hêzên Nato ku di sala 1983'an de pêk hat. Lê bi hilweşandina Sovyêtê sala 1991'an de Amarîka bû hêza mezin a cîhanê, cîhan bû yek alî.

Aloziya Fûzayan a Kûbayê çi ye?

Aloziya Fûzayan a Kûba siyasî bû di navbera Yekîtiya Sovyêt de û Dewletên Yekbûyî yên Amarîka de pêk hat. ALozî di sala 1962'an de pêk hat. Wê demê Sovyêt fûzayên Nuklerî li Kûba bi cih dikir. Amarîka ev yek qebûl ne dikir.  Piştî danûstendinên ku 13 rojan dewam kir Yekîtiya Sovyêt qebûl kir fûzeyan rabike.

Dema Fîdel Kastro hat ser serokatiya Kûba (Giravek di deriya Karîbî ya beramberî derya DYA'yê de ye) Di aliyê xwe yê siyasî de ji Amarîka cûda ye.

Amarîka bi hemû rêbazan hewl da desthildariya Kûba bide guhertin, vê yekê Serokê Kûba neçar kir ku alîkariya Sovyêtê bixwaze, wan jî dest bi avakirina bargehên leşkerî li Kûba kir.

Fûzayên balistî ku serê nuklerî li ser wan hatibû bicihkirin, danîn. Vê yekê Amarîka acizî kir û tehdîd da ku dê li wan bargehan bixe. Wiha aloziya Kûba ya fûzayan destpê kir.

Alozî çawa destpê kir?

Di 14'ê cotmeha sala 1962'an de balafira sîxurtiyê ya Amarîka ya U-2 li ser Kûba digeriya, wêneyên fûzayên Rûsî yên dûr diçin girtin. Ev alozî wekî wê ne hatibû kirin. Fûzayên behsa mijarê dikarîn bighêjin hemû noqteyên li Amarîka û serikên nuklerî li ser wan dihate danîn. Dikarîbûn wêraniyek giştî pêk bîn in.

Serokê Amarîka yê wê demê Keendî bi şêwirmendên xwe yên ewlekariyê re civiye û gelek nîqaş kirin. Riyên dîplomasî an jî êrîşa berfireh a li dijî Kûba. Li ser biryara êrîşa berfireh deng dan. Ji ber di nerîna wan de ev tekane riya ku dibe pêk wer.

Vê yekê metirsîn bi Keendi re çêkir, ji ber ku ev rê dibe ku Cenga Cîhanê ya Sêyemîn di navbera Amarîka û Sovytê de pêş bixe. Lewma biryar da ku Kûba di aliyê deryayî re bixe çemberê.

Çemberkirina Kûba

Keenedi di 22'ê cotmeha sala 1962'an de pîlana xwe ji cîhanê re ragîhand û ji hemû cîhanê re bargehên fûzayan diyar kir, got ku DYA wê wan fûzayan Kûba bixe bin keviran. Ev tê wateya ku ew ê rê nedin ku tu çek derbasî Kûba bibin, her wiha got ku Amarîka wê çi êrîşa ji Kûba ber bi DYA ve wê bibe şerê bi Yekîtiya Sovyêtê re (Rûsya) re.

Di nava çend rojan de alozî kûrtir bû, Yekîtiya Sovyêtê jî got ku ew ê ji karê xw venegere, di nava 24 rojan de Keenedî fikirî ku êrîşî Kûba bike.

Danûstendinên di navbera herdû aliyan de

Tevî ku Yekîtiya Sovyêt got ku ew ê ji gava xwe venegere, lê ew bi dizî bi Amarîka re danû stendin dikir, di dawiyê de herdû aliyan lihev kirin.

Yekîtiya Sovyetê (Rûsya) wê fûzayan ji Kûba rabike, DYA jî qebûl kir ku êrîşî Kûba neke. Amarîka jî qebûl kir ku fûzayên xwe  nuklerî ji Tirkiyê û Îtaliya rabike. Wiha aloziya herdû aliyan bi dawî bû.

Ev alozî kêliyên herî zehmet ên Serokê Amarîka Keenedi bûn. Piştî êrîşa Kendava Berazan a têk çûyî û Sûrê Berlîn hêza rêveberiya Amarîka bibû cihê şek û gumanan. Her kesî hîs dikir ku êdî cîhan dikare baweriyê careke din bide serokê Amarîka.

Piştî alozî bi dawî bû, xeta gerim di navbera Amarîka û Yekîtiya Sovytê de hate vekirin. Serokê Kûba Fêdel Kastor ne gelekî kêfxweş bû, ji ber ku li derveyî danûstendinên di navbera Amarîka û Yekîtiya Sovyêtê de hate hiştin.

Serokê Sovyêtê wê demê nameyek ji Serokê Amarîka re nivîsand û jê xwest ku danûstinên wan bighêje encamê da ku şer dernekeve.

Tiştê li ser xaka Sûriyê pêk tê dişibihe aloziya Fûzayan a Kûba

Ji dema Bûtîn di sala 2012'an de hate ser desthildariyê, sembolên Yekîtiya Sovyêtê yên hatibûn rawestandin komî ser hev kir. Hemû saziyên ku di dema serokatiya Borîs Yelsin de di navbera salên 1991'an û 1999'an de hatibû rawestandin, careke din xistin xizmetê.

Pûtîn kar dike ku careke din hêza Yekîtiya Sovyêtê vegerîne. Ew di Rojhilata Navîn de hêza sereke bû, niha jî Bûtin di nava liv û tevgerê de ye da ku wan rojan vegerîne, wiha jî gemiyên xwe li derya Spî beramberî Tertosê ya li Sûriyê bi cih kirin.

Bi destpêka şoreşa gelan ku navê "Buhara Ereban" lê hat kirin, destewrdana hêzên Rojavayî di Lîbiya de û ruxandina rêjîma Qezafî de ku têkiliya wî bi Rûsya re baş bû, Rûsiya bi aloziyê hisiya. Piştî Pûtîn bû serokê Rûsya careke din hêzên xwe li derya Sûriyê bi cih kir, da ku piştgiriya rêjîma Esad bike û hebûna Rûsya careke din li Rojhialta Navîn bi hêz kir, da ku beramberî hêza Amarîka di rêza yekem de pêk were. Heta gihişt asta ku hevkariyê bi Tirkiyê , hevakariya Amarîka ya stratejîk re deyne û hemû nakokiyên di navbera xwe  û wan de derbas kir, da ku Tirkiyê ji hembêza Amarîka bikşîne.

Herdû alî di nava pêşbirkê de ne ku hêza xwe pêk bînin, ji ber vê yekê dixwaze ku aliyê din jê re tenazil bike, da ku bighêje armancên xwe û itîfaqên xwe pêk bîne. Pirsa ku niha xwe beriz dike jî gelo wê Rûsya niha çi piştî derbeyên li dijî Sûriyê ji Amarîka re tenazil bike?.

(dc)

ANHA