Akademiya Firatê li Reqayê yekem dewre vekir

Akademiya Firatê li bajarê Reqayê bi armanca pêşxistina xebatkarên perwrdeyê hate vekirin. Armanca Akademiyê ew e ku şêniyên Reqayê ji fikirê ku DAIŞ'ê 4 salên derbasbûyî di nava civakê de belav kir, xilas bibin.

Akademiya Firatê li Reqayê yekem dewre vekir
16 nîsan, 2018   04:10

EMÎNA ELÎ/REQA

Akademiya Firatê xebatkarên perwerdeyê û mamosteyên herêma Reqayê perwede dike. Niha di Akademiyê de yekem dewre hatiye destpêkirin. Di dewreya ku navê dewreya "Şehîd Umer Elûş" lê hatiye kirin de 90 mamostyên ji Tebqa, Reqa û Dêrizorê têne perwedekirin.

Di Akademiyê de dersên dewlet û desthildarî, girîngiya perwerdeyê, Netewa Demokratîk, Dîroka Jinê, Sosolojiya azadî û derzên bîrdozî û çandî têne dayîn.

Mamosteya ku di perwerdeyê de Betûl El-Ebdela derbarê perwerdeyê de wiha got: "Armanca me ji vê perwerdeyê ew e ku em di perwerdeya nifşên nû de baş werin amadekirin.  Ewan dûrî fikrê DAIŞ'ê ku di demên pêş de di nava civakê de û bi taybet ciwanan de belav kirin. Piştî dewre bi dawî bibe, em ê kar bikin, ku nifşekî nû azad û xwedî fikrê azad perwede bikin."

Mamosteyê bi navê Silêman El-Mustefa jî derbarê mijarê de got ku dewreya di akademiyê de ji bo pêşxistina fikrê civakê ye. Em bi hev re civakê li ser esasê jiyana hevbeş û biratiya gelan saz bikin. Di van rojên derbas bû de jî me sûd ji perwedeyê wergirt."

Dewreya Şehîd Umer Elûş di 10'ê nîsanê de hate vekirin û dema wê 30 rojan dewam bike.

(dc)

ANHA