ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-04-2018

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 16-04-2018
16 nîsan, 2018   04:00

*Dê  qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê ya şervanên YPG/YPJ'ê û gelê Efrînê were şopandin.

*Dê hemû çalakî, meş û xwepêşandanên ji bo piştgiriya berxwedana Efrînê û şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li Bakurê Sûriyê û cîhanê têne lidarxistin, wê werin şopandin. ( BI WÊNE Û DÎMEN)

*Dê şêniyên Kobanê serdana konê sersaxiyê yê Şervanê YPG'ê Zîwer Elî (Zohat Kobanê) yê dema erka xwe pêk tanî şehîd bû bikin, her wiha wê serdana Konê Şehîd Şêx Mihemed Şêx Mihemed (Sadiq Kobanê) bikin û sersaxiyê ji malbatan re bixwaz in.

*Şêniyên Navçeya Til Birek wê Şehîdê Anternasyonal Ezîz Ereb di 32'emîn salvegera şehadeta wî de li salona Şehîd Zobe a li navçeyê bibîr bîn in. Saet di 11.00 (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Akademiya Şehîd Mîtan a Leşkerî ya navçeya Til Birek wê beşê duyemîn a şervanên QSD'ê bi merasîmekê bi dawî bike. Saet 10.00 (BI WÊNE Û DÎ MEN)

*Akademiya Firatê li bajarê Reqayê bi armanca pêşxistina xebatkarên perwrdeyê hate vekirin. Armanca Akademiyê ew e ku şêniyên Reqayê ji fikirê ku DAIŞ'ê 4 salên derbasbûyî di nava civakê de belav kir, xilas bibin. ( BI WÊNE Û DÎMEN)

*Şêniyên kantona Efrînê yên li gundê Til Sosîn a herêma Şehbayê dimîn in, diyar kirin ku heta ala dewleta Tirk a faşist li ser Efrînê bilbind bibe ewê venegerin û gotin ku ew ê ji derveyî Efrîna azad tu riyan qebûl nekin. ( BI WÊNE Û DÎMEN)

*Çeteyên ku Efrînê dagir kirine, 2 welatên ji gundên Efrînê êşkence kirin û 6 welatiyên din revanin û birin cihekî ne diyar.

POLTÎK

*Artêşa Tirk û çeteyên wê li bajarê Izmîr ê Tirkiyê civiyan û derbarê Efrîn û Idlibê yên Sûriyê hin biryar dan.

JIN

*Jinên bajaroka El-Cirniye a bakur-rojavayê bajarê Tebqayê û gundê girêdayî wê bi çalak cihê xwe di xebatên amadekariya zeviyên demsala havînê de ku vê demê tê çandinî de cih digrin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Elmas Îbo Fîraz ku yek ji şahidin komkujiya navçeya Til Eranê ya sala 2013`an, tevî şerê dijwar dev ji navçeya xwe bernade û li rex şervanên Cibhet El-Ekrad parastina navçeyê kir.(BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

*Endamê Meclîsa Rêber a Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzîdiyan Qehtan Elî diyar kir ku Armanca dewleta Tirk a dagirker ku di riya gefên wê ya êrîşa li dijî bargehên HPG'ê de armanceke wan a stratejîk e û got ku ew dixwazin serdema Osmaniyan vegerîn in û riya di navbera Şengal, Kerkûk û Mûsilê dagir bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIYAN

*Ji beriya 5 salan ji gundê Til Eada ya parêzgeha Idlibê ku di bin dagirkeriya çeteyên Cehbet El-Nusra de ye koçî Efrînê kir. Niha jî û piştî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrîşî Efrînê kirin, neçar ma bi şînihên Efrîên re derkeve û niha li Şahbayê bi cih bûye. Bi hêviye ku wê Efrîn rizgar bibe û ew ê vegere. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Ji ber dewleta Tirk ava Firatê qut kiririye saetên xebitandina Bendava Firatê hatiye kêmkirin, kêmkirina saetên ceyranê bandor li xebatên pîşesazî li herêma Tebqayê kiriye. (BI WÊNE Û DÎMEN)

*Hevserokê Şaredariya Gel a Amûdê Emar Hisên diyar kir ku pîlanên wan ên pêşerojê ku herêmê bedew bike hene. (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA