Ji roja îlankirina dewleta Îsraîl heta niha çiqas Filistînî hatin girtin ?

Desteya Karûbarên dîl û serbest berdanê destnîşan kir ku ji îlankirina avakirina dewleta Israîl û heyanî niha derdora milyonek ji Filistîniyan hatin girtin di tecrubeya girtine re derbas bûne û derdora 6 hezar û 500 Filistînî jî di girtîgehên Israîlê de dîl hatine girtin.

Ji roja îlankirina dewleta Îsraîl heta niha çiqas Filistînî hatin girtin ?
15 nîsan, 2018   11:38

NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Karûbarên Dîl û Serbest berdane bi boneya roja Dîlgirtiyên Filistînî ku 17`ê Nîsanê ye di raporeke hiqûqî de anî ziman ku ji îlankirina avakirina dewleta Israîlê û heyanî niha derdora milyonek Filistînî di tecrûbeya girtine re derbas bûn û niha derdora 6 hezar û 500 Filistînî di girtîgehên Filistînî de dîl hatine girtin.

Desteya Karûbarên Dîl û Serbest berdane di raporê de wiha nivîsandiye: “ Dîroka dîlgirtine di destpêka dagirkirina Israîlê ya xaka Filistîne sala 1948`am dest pê kiriye. Rayedarên dagirkeriya Israîlê girtine weke polîtîkayekê li dijî gelê Filistînê didin bikaranîn. Dixwazin bi riya girtine gelê Filistînê bidin tirsandin”.

Li gorî Desteyê ji sala 1967`an ve 215 dîlên Filistinî di girtîgehên Israîlê de jiyana xwe ji destdane. Herî dawî 22`ê sibatê 2018`an  kesê bi navê Yasîn El-Seradîh (33) ji Erîha di encama lêdan û işkenceyê jiyana xwe ji dest dabû.

Desteyê di raporê de nivîsandiye ku ne tenê kesên tevlî gurûpên çekdar dibin ji aliyê Israîlê ve têne girtin, her wiha sivîl jî têne girtin.

(np)