Kurdên li Viyenayê ji bo Efrînê daketin qadan

Li ser vexwendina PYD‘ê li Ewrupa, ji bo şermezarkirina kiryarên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî sivîlên Efrînê bi sedan kurdistaniyên li paytexta Nemsa, Veyinayê meşek li dar xistin.

Kurdên li Viyenayê ji bo Efrînê daketin qadan
Kurdên li Viyenayê ji bo Efrînê daketin qadan
Kurdên li Viyenayê ji bo Efrînê daketin qadan
15 nîsan, 2018   11:01

VIYENA

Meş ji navenda paytextê dest pê kir. Di meşê de, dirûşmeyên silavkirina berxwedana Rojava û şermezarkirina dagirkeriya Tirkiyê hatin qîrkirin.

Meş li pêşiya qunsulusxaneya Rûsya ya Nemsayê rawestiya. Meşvanan banga li civaka navdewletî kirin ku bila erka xwe pêk bîne û sînorekî ji zêdegaviyên Tirkiyê re deyne.

(bb)

ANHA