Li Kampa Serdemê kon têne danîn

Şaredariya Gel a Kantona Şehba û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Efrînê dest bi danîna konan li Kampa Serdemê kirin.

Li Kampa Serdemê kon têne danîn
Li Kampa Serdemê kon têne danîn
9 nîsan, 2018   10:23

ŞEHBA

Kampa Serdemê li gundê Til Sosîn a Şehbayê tê amadekirin.

Piştî ku binesaziya kampê hate çêkirin, Rêveberiya  Xweser û Şaredariya Gel dest bi danîna konan li kampê kirin.

Ji rêveberên kampê Hisên Henan got ku piştî kamp were amadekirin, wê şêniyên Efrînê li kampê bi cih bikin.

Henan bang li rêxistinên peywendîdar kir ku destekê bidin gelê Efrînê.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku li navçeya Fafînê ya Şehbayê Kampa Berxwedan heye û sê hezar welatiyên  Efrînê li wir bi cih bûne.

(kc)

ANHA