Êdî wê av bighêje Eyn Îsa

Istasyona avê ya Eyn Îsa piştî ku ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hat rûxandin, niha amade ye ku destbi kar bike.

Êdî wê av bighêje Eyn Îsa
2 nîsan, 2018   13:36

GIRÊ SPÎ- Komîteya avê ya Girê Spî istasyona belavkirina avê sererast kirin û dê av li navenda Eyn Îsa û gundewarên wê were belavkirin.

Istasyon sala 2001`an hat lêkirin û ava vexwarine li ser navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê dihat belavkirin.

Av ji istasyona belavkirine ya Zehra tê vê istasyona Eyn Îsa.

Serokê Komîteya avê ya Şaredariya Gel a navçeya Eyn Îsa Farûq Mustefa anî ziman ku tamîrkirina tureyên avê bû sedema ku tamîrkirina istasyona ava vexwarine dereng bimîne.

(np)

ANHA