Tirkiyê hewldide herêmeke Sunî birêxistin bike

Şopdarên rewşa Sûriyeyê diyar kirin ku dewleta Tirk a dagirker serdana xwe ya li Idlibê û Hemayê li herêmên Bakurê Sûriyeyê herêmeke sunî birêxistin bike.

Tirkiyê hewldide herêmeke Sunî birêxistin bike
2 nîsan, 2018   11:42

HOGIR NECAR

NAVENDA NÛÇEYAN- Şandeyek ji dewleta Tirk a dagirker serdana bajarê Hema û Idlib kir da ku navendên leşkerî li herêmê lêbike û herêmeke girêdayî Tirkiyê raghîne.

Hêzên artêşa Tirk a dagirker ên gihîştin herêma Gotşî ya li beramberî deriyê Xirbe El-Coz (Cisir El-Şixûr) hewl didin di bin navê nuqteyên çavdêriyê navendên xwe lêbikin.

Her wiha hêzên leşkerî yên artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran ketin herêma El-Serman a gundewarên başûrê rojhilatê Idlibê.

Rayedarên dewleta Tirk a dagirker berî niha raghandibû ku ew ê li Bakurê Sûriyeyê 12 nuqteyên çevdêriyê lêbikin. Niha jî li bakurê Idlibê, gundewarên rojava û başûrê Helebê û li başûrê Idlibê 7 navendên xwe lêkirine.

Şopdaran ev yek şîrovkirne û dibêjin nuqteyên ku dewleta Tirk a dagirker navendên xwe lêkirine, sala 1840-1918`an di bin dagirkeriya Osmaniyan de bûn.

Her wiha hêzên dewleta Tirk a dagirker êdî ji berê zêdetir serdana girên girêdayî bajarê Kefer Zêta yê bakurê Hemayê û bajarê Xan Şêxûn ê başûrê Idlibê dikin. Ew ji çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (Cebhet El-Nusra) dixwazin ku Dara Iza ya gundewarên Helebê dagir bikin.

Her wiha şopdar şîrove dikin ku serdana dewleta Tirk a dagirker ji wan herêmên Bakurê Sûriyeyê re bi hedefa rêxistinkirina herêmeke sunî ye û şûnwarên mîna Xan Murad Paşa, gora Ebî El-Elai El-Meirî, kelha El-Meire, dibistana El-Nûriye û mizgeftên girîng mîna mizgefta mezin û mizgefta Nebî Allah Yûşei dagirbikin.

 Her wiha şopdarên rewşa Sûriyeyê dibêjin ku hedefa Tirkiyê demografiya herêmê biguhere, gelê Tirk li herêmê bi cih bike û bi Hetayê ve bide girêdan.

Herêma sunî ya ku hewldidin birêxistin bikin ji bajarê Cerablusê heyanî Hema û bajarê Laziqiyê û gundewarên wê dirêj dike.

(np)

ANHA