Derhinêr, sînameger û milîtan Xelîlê Çiyayî

Xelîl Dax ango Xelîlê Çiyayî di têkoşîn û xebata xwe de ji bo têkoşîna gelê kurd bû çav, deng, ziman û hestên çiya û gerîla. Xelîl Dax herî zêde bi xebata xwe ya, fîlma ku li ser Şehîd Berîtan çêkiriye tê nasîn. Lê bês karê wî ne tenê sînema bû, gelêk karên dîtir jî dikir, wêjêvan, nivîskar û wênekêş bû

Derhinêr, sînameger û milîtan Xelîlê Çiyayî
Derhinêr, sînameger û milîtan Xelîlê Çiyayî
Derhinêr, sînameger û milîtan Xelîlê Çiyayî
Derhinêr, sînameger û milîtan Xelîlê Çiyayî
Derhinêr, sînameger û milîtan Xelîlê Çiyayî
1 nîsan, 2018   08:44

ROHAT ARARAT /AMED- Rojnameya Welat

Halîl Uysal bi navê din Xelîl Dax ango Xelîlê Çiyayî di têkoşîn û xebata xwe de ji bo têkoşîna gelê kurd bû çav, deng, ziman û hestên çiya û gerîla. Hemû jiyana wî ya têkoşînê ji bo sedan ciwanên kurd bû mînak. Xelîl Dax li wargehên azad bi pênûsa xwe ya xurt serpêhatî, çîrok, xweşî, nexweşî, bîranîn, êş û şadiya gerîla û çiyan dineqişand. Di her aliyê de bi hunerekî xurt dilorand bîrdoziya Tevgera Azadiyê.

Xelîl Dax her tim bi hezreta welat û azadiyê jiya. Lewre çavê xwe ji jiyanê re li sirgûnê vekiribû û di dilê wî de her tim vegera welat û azadiyê hebû. Xelîl Dax di sala 1973’an heya 1995’an li Almanyayê sirgûn jiya bû. Meşa sirgûntiya Xelîl ber bi dawiyê ve diçû, meşa ku ji Araratan destpêkirî li Egeyê û li Ewropa ye domiya bû. Piştî sala 1995’an şûn ve meşa sirgûniyê berê xwe dabû qada Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.  Li vir jiyana sirgûniyê bi dawî kiribû. Xelîl Dax, di encama lêgerîna salan de xwe li çiyan dîtibû. Li çiyayên azad heta 1’ê Nîsana 2008’an ku li Botanê şehîd ket û bû cangoriyê Tevgera Azadiyê, hemû livbaziya  wî ji bo sînemaya gerîla bû. Di ser şehadeta rêheval Xelîl Dax de 10 sal derbasbûn lê hêj jî bibîraninên wî nûjêndiya xwe diparêzin.

Têkoşîna piralî meşand

Heta niha li ser bîranîna Xelîl Dax gelek tişt hatin nivîsandin û gotin, li ser bîranina wî barname hatin çêkirin. Şehadeta Xelîl Dax bi bandor bû lewre hêj di destpêka rêya azdiyê de û afirandina berhemên girîng de gelek plan û projeyên wî hebûn ku bi encam nebibû. Lê belê ligel vê mohra xwe li bin gelek xebatên giran biha jî dabû. Di kêmderfetiyê de gelek klîp, fîlmên metraj dirêj û kurt, belgefîlm û bîranîn kişanda. Xelîl  Dax bi salan li çiyayên azad, têkoşineke piralî da meşandin, hêza xwe ya afirandin û hilberînê hebû. Di dema xwe ya dawî de jî hilberîn û afirandinên xwe yê li ser gerîla pêşxistî, gihişte wê astê ku êdî bikaribe gerîla piralî bide naskirin.

Bandorjeke pir mezin ava kir

Xelîl Dax herî zêde bi xebata xwe ya herî dawi tê zanîn, fîlma ku li ser Şehîd Berîtan çêkiriye. Lê bês karê wî ne tenê sînema bû, gelêk karên dîtir jî dikir, wêjêvan, nivîskar û wênekêş bû. Dema ku mirov li hunera ku pêş xistiye û xebata ku kiriye dinêre di her aliyê de pisporiya wî tê dîtin. Xelî Dax di heman demê de ligel xebata sînemageriyê bi şanoyê re mijûl bû. Di heman demê lîstikvan jî bû. Lê ji nav wan karan ku herî bi bandor pêşxistî fîlma Şehîd Berîtan bû. Ev ji bo sînemaya kurd a ku li ser gerîla hatî çêkirin bibû destpêkek. Bi xwe re li ser têkoşina azadiyê bandoreke pir mezin ava kir.

Ji dîrokê re hişt

Dema mirova xebatên Xelîl Dax dişopîne mirov baş dibîne ku li kuderê  çîrokekî gerilayekî hebûye  ew li wê derê bû ye. Jiyana çiya bi xebata wî mayînde dibû. Her çîrok dihate tomarkirin û ji dîrokê re dima. Di roja me ya îro de jî em bi saya xebatên wî têkoşîna gerîla û jiyana li Çiyayên Azad dinasin. Xelîl Dax hem çîrok û jiyana xwe, hem jî ya gerîlayan wekî belgeyekî ji dîrokê re hişt.

Her gavên xwe jî li gorî vê yekê diavêt

Sekna Xelîl Dax a rêxistinî û bîrdozî jî pir kûr bû. Hunera ku di Xelîl Dax  de hebû, yek û yek bi milîtantiya wî ve girêdayî bû. Xelîl Dax, her gava xwe, her xebata xwe bi zanabûneke pir mezin, li gorî felsefeyekî, li gorî xetekî bû. Her gavên xwe jî li gorî vê yekê diavêt. Di xebatên Xelîl Dax jî tê dîtin ku ne tenê wekî hunermendekî kar dikir, di heman demê de jî wekî milîtanekî têkoşîna bîrdozî, rêxistinî dida meşandin. Li ser vî esasî jî ji bo armancekî şehîd ket.

Xelîl Dax bi têkoşîn, sekn û hunera xwe ya di nav Tevgera Azadiya Kurdistanê û gelê kurd de dihat hezkirin û naskirin. Di roja me ya îro de bi sedan ciwanên kurd li pêy şopa wî diçin. Li ser jiyan û têkoşîna Xelîl Dax şopdar û hempîşeyên wî yên derhêner axivîn.

Sê tiştên bingehîn

Derhêner Îlham Bakir li ser têkoşîn û derhinêriya Xelîl Dax dema ew derhinêrî û sînemaya Xelîl Dax dinirxînim sê tişt tê bîra wî. Bakir ev tişt li gotina xwe zêde kir: “Ew sê dişt di bingeha sîneme, hişmendî û eleqedariya Xelîl Dax de heye. Ya yekemîn; evîndarî û lêgerîna wî  ya azadiyê. Mirov vê yekê di jiyan û hemû hunera wî de dibîne. Ya duyem; heskirina wî ya sînema û kamîreyê heye. Ji kamîreya xwe hez dike. Bi kamîreya xwe re evîndariyekê dijiya. Ya sêyem; jî evîndariya erdnîgariya xwe ye. Di sînemeyê de mirov her parçeyekî erdnîgariyê wekî karekterekî şênber di nav fîlma wî de bibîne. Her dar, her zinar, her kevirekî, her ava çemekî mirov dibîne ku di fîlmên wî de karekterekî ji mirov re hinek tiştan vedibêje. Ji ber vê yekê ew hersê tişt aniye ba hevdu û di fîlmên xwe de daye der û bi wan hûnandiye. Ez herî zêde di fîlên wî de van tiştan dibînim.”

‘Me pir zû winda kir’

Di berdewamiya xwe de Bakir da zanîn ku ji ber derfetan aliyê teknîkê di berhemên wî de lewaz e û ev tişt got: “Ji bere ku şert û mercên wî dest nade teknîk lewaz e. Lewre şert û mercên ku pêdiviyê sînemayê pê heye ew pê re tune ye ku fîlmên xwe bikişîne. Lê dîtin û estetîka wî ya sînemayê gelekî xurte e. Ez dibêjim me pir zû winda kir. Heke niha bijiya ez bawerim wê gihiştibûya asta Yilmaz Guney. Lewma ew nerîn, ew hezkirin û potansiyel pê re hebû ji bo sînemaya kurd. Ji ber ku Yilmaz Guney derfetê wî tune bû ku bi kurdî sînemayê çê bike, her tiştê wî kurdewar bu lê zimanê kurdî nebû. Ew derfet wê demê tune bû. Lê bi Xelîl Dax re ev derfet hebûn. Li qadeke azad sînema çê dikir, ew derfetekî mezin bû ji bo wî. Dikarîbû hemû hemanên ew erdnîgariya azad têde bi kar bianiya.”

Belkî Yilmaz Guney jî derbas bikira

Bakir diyar kir ku hişmendiya wî azad bû, têkildariya sîstemê, ya endustruyalîzmê, ya modernîteya kapîtalîst pê re tune bû û ji wan têkiliya xwe qut kiribû. Bakir da zanîn ku ew ronî, ew potansiyel mirov di sînemaya wî de didît û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dibe ku Yilmaz Guneyekî duyemîn derketiba holê. Yilmaz Guney awantaj û dezawantajê xwe hebûn. Lê dema wî çê bû ku fîlmên pir baş derbixe holê. Xelîl Dax awantajên wî zêde bû ji ber ku li qada azad bû. hezkirineke azadiyê ya mezin pê re hebû. Ji bo sînemaya kurd dê Xelîl Dax Yilmaz Guneyê duyemîn. Ya din ziman kurdî û qadên ku fîlm lê dihat kişandin ên azad bûn yanî heke dema Xelîl Dax têr bikira dê belkî Yilmaz Guney jî derbas bikira.”

‘Derhênerên kurd samîmî nabînim’

Bakir ev tişt jî anî ziman: “Di sînemayê de derfet pir girîng e. Lê dîsa jî kesê ku bixwaze hunera xwe di sînemayê de pêş bixin derfet nabi hincet. Derfetên Xelîl Dax jî pir derfetên bi çûk bûn lê hişmendiya azadî, hezkirina sînemayê jê re bû hêzeke mezin karîbû hunera xwe pêş bixe. Niha ji bo derhinêrên kurd derfet gelekî zêde ye. Li gel vê yekê sînemayeke xurt dernakeve ev bi samîmiyetê ve girêdayî ye. Mijrên ku em pê re eleqederin heke em bi samîmî nêz bibin û evîndariyeke me ya xurt bi sînemayê, bi azadî û gelê kurd re hebe wê demê dê sînemayek serkeftî derkeve holê. Lewre çîrokên kurdan gelekî bi hêzin. Sed sal e gelê kurd têkoşîn û berxwedaneke gelekî mezin didin. Her wiha tirajediyê gelekî bi êş hat jiyîn. Çand û erdnîgariyeke gelekî dewlemend a kurdan heye. Di nav ew qas derfet de mirov nikaribe sînemayê pêş bixe û xwe biavêje pişt hincetan di serî de ji bo xwe dibêjim hemû derhênerên kurd samîmî nabînim.”

Ruh, hest û êşa vî gelî dizane

Derhinêr Îslam Daxdevîren jî li ser derhinêrî û sînemageriya Xelîl Dax afivî û ev tişt anî ziman: “Dema mirov ji karekî hez neke yan jî ruhekî wî karî tune be, çiqas derfet zêde be, teknîka pêşketî di destê te be, ronahî û dengê te jî hebe ev cihê xwe nagire. Divê ruhê te hebe. Dema tu fîlmekî bikişîne tu vê civakê, vê erdnîgariyê, dîroka vê civakê nizanibe tu ji xwe nikare fîlmekî bikşîne. Ji bo wê Xelîl Dag dîroka vî gelî dizanî bû. Dîrok û erdnîgariya xwe dizanîbû. Li qada azad dijiya lê tikiliya xwe bi vê erdnîgarî û vî gelî re heye. Têkiliyeke ruhî heye. hewce nîne ku mirov fizîkî li ba hev be. Carne mirov ruhê hev du fêm dike. Ev yek ji bo hemû beşên hunerê derbas dibe.  Lazime aliyê hîskirinê zêde xurt be. ji bo vê Xelîl Dax vana hemû aniye ba hev. Ruh, hest û êşa vî gelî dizane. Li vê erdnîgariyê dijî û dibîn e.”

Ji bo sînemagerekî jî ev girîngin

Daxdevîren diyar kir ku ji bo kurdan tiştekî wiha jî heye demaka ku pir zehmetiyan dikişîne dizene xweza dostên wan e, pişta xwe dide çiyayekî û dizane ew çiya xiyanetê pê nake. Daxdevîren wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo sînemagerekî jî ev girîngin.  Ruhek bi te re tune be tu ne dikarî fîlmekî bikişîne û tu serkeftî jî nabe. Niha gelek sînemeger û derhinêrên kurd fîlman dikişîn lê ew ruh bi wan re kêm e, tu tê de nabîne ligel ku ewqas teknîka baş tê bikaranîn. Lê dema tu fîlmê Bêrîtan temaşe dike tu wî ruhî têde dibîn e, ne hewceye tu wê teknîkê bibîne. Tu derdê wan hevalan dibîne ku dixwazin çi bikin. Ji serî heta binî tu vê hîs dike. Dema tu vêya bike, dikare bigihêje cihekî. Yan na teknîk kêrî tiştekî nayê, vala ye.”

Ev yek îro dernekeve dê sibê derbikeve

Li ser pirsa destan û berxwedanên kurd ên dawî çima xwe di sînemaya kurd de neda der. Heke Xelîl Dax hebûya dê rewş çewa bûna? Dagdevîren ev tişt anî ziman: “Ev bi sê tiştan ve girêdayîye dema am bi Xelîl Dax binirxînin; yek jê Xelîl Dax li qadeke azad e. Dema em xwe binirxînin; em li qadek azadin an na. Erê em berxwedana azadiyê didin ku vê qadê azad bikin. Dema tu bixwaze fîlma Cizîrê û yên xwerêveberiyê çê bike hewceye tu bedel bide. Hewceye tu bêje ez li wê derê bêm kuştun jî ezê wê fîlmî bikişînîm, tu bi vê îradeyê biçe erê rast e.  Lê çend kesan vêya da ber çavên xwe û çû, bêguman ez vê ya li ser xwe jî difikirim. Gelek caran ji bo vê yekê ez fikirîm jî biçim an neçim. Em nikarin herdu qadan binîn cem hev. Lewre Xelîl Dax li qadeke azad dijiya. Temam têkiliya Xelîl Dax bi gel re dibe ku tunebû an jî kêm bû, dibe ku teknîk kêm bû. Lê li vir teknîk hebe jî qadeke azad nîne. Lewre dewlet di her awayî êrîş dike tuyê li gorî vê tev bigere yan na. Ev biryareke muhîm e li gorî min. Heke tu vê biryarê bide tu dikari fîlm jî bikişîne û gelek tiştên din jî bike. Lê lazim bû çîrokên qehremaniyê yên vê demê bihata nivîsîn û bikira fîlm. Lê hin tişt jî dibe ku mirov di vê demê de nikaribe çê bike. Carna dem jî derbas dibe dîsa tê çêkirin. Dîroke, yanî tê nivîsandin, piştre berhem derdikevin holê. Lewre ve yek di dilê te de dibe êş bi berhaman xwe dide der. Ev yek îro dernekeve dê sibê derbikeve.”

‘Lê emê çewa bigihêjin vê astê’

Herî dawî jî Dagdevîren ev tişt anî ziman: “Asta xelîl Dax ya derhinêrî, ya şoreşgerî  pir bilinde. Ji bo ku em bigihêjinê ji me re dem lazime, ceribandin lazim e. Belê mînak Yilmaz Guney û Xelîl Dax e. Lê emê çewa bigihêjin vê astê. Anha em hewldana wê didin. Lê ez nikarim xwe bidim ber Xelîl Dax. Jiber ku di navbera me de asteke pir cuda heye. Biryarên ku Xelîl Dax daye cuda ye û yên ku em niha dimeşînin cuda ye. Belê roniya me ew e, em wan dişopînin û li gorî wan dimeşin. Lê ji bo em bigihêjin wê astê ji me re gelek maye. Lazime em gelek bedel bidin, gelekî bixebidin ku bigihêjin wê astê. Lê niha em dixwazin ciwnên me bigihêjin wê astê. Em di dersên xwe de her tim wan, fîlm û çîrokên wan mînak nîşan didin. Ez xwe nikarim bidim asta Xelîl Dax lê hêviya me ev e.”