Heta kêliya dawîn rojnamegerî kir

Heta kêliya dawîn rojnamegerî kir
Heta kêliya dawîn rojnamegerî kir
Heta kêliya dawîn rojnamegerî kir
Heta kêliya dawîn rojnamegerî kir
Heta kêliya dawîn rojnamegerî kir
Heta kêliya dawîn rojnamegerî kir
Heta kêliya dawîn rojnamegerî kir
Heta kêliya dawîn rojnamegerî kir
Heta kêliya dawîn rojnamegerî kir
1 nîsan, 2018   08:40

KADRÎ ESEN / AMED

Gelek rojnamegerên kurd bi heyecaneke mezin dest bi rojnamegeriyê kirine û bêyî ku bigihijên hedefên xwe û xeyalên xwe yên rojnamegeriyê pêk bînin çûne ser dilovaniya xwe. Yek ji van rojnamegeran jî Evîn Buldan e. Buldan ji Qampa Mexmûrê ya başûrê Kurdistanê ku bi hezaran welatiyên bakurê Kurdistanê ji ber zext û zordariyên dewleta tirk lê bi cih bûne, di 2011’an de berê xwe dide bakûrê Kurdistanê û li Azadiya Welat dest rojnamegeriya kurdî dike.

Buldan ji 2011’an heta nîsana 2017’an li Azadiya Welat gelek rûpelên rojnameyê çêdike û kedeke mezin dide rojnamegeriya kurdî. Piştî ku Azadiya Welat bi KHK’ê hat girtin di rojnameya Rojeva Medya de meşa xwe rojnamegeriyê domand. Lê çi heyf Buldan roja 2’ê nîsana 2017’an di 27 saliya xwe de bêyî ku xeyalên xwe yên rojnamegeriyê bibe serî qeyrana dil derbas kir û li ber çavên hevalên xwe yên rojnameger jiyana xwe ji dest da û xemginiyeke mezin bi wan da jiyan kirin.

Gelek rojên tî û birçî derbas dike

Buldan di nav malbateke welatparêz û êvîndarê Tevgera Azadiyê de mezin dibe. Malbat ji ber evîndariya xwe ya Tevgera Azadiyê gelek bedel dide û herî dawî di salên 1990’î de ji ber zor û zextên dewleta tirk neçar dibe ku av û axa terk bikin û koçberî başûrê Kurdistanê dibib. Malbat piştî derbasî başûrê Kurdistanê dibe jî rastî gelek zor û zehmetiyan tê û bi salan li wargehên cuda yên penaberan tê gerandin. Herî dawî li wargeha Mexmûrê bi cih dibe.

Buldan di vê pêvajoyê de zarok e û şahidiya gelek zor û zehmetiyan dike. Buldan piştî ku di zarokatiya xwe de gelek rojên tî û birçî derbas dike, bi sedan kul û derdan û êş û azaran bi malbata xwe re li wergeha Mexmûrê bi cih dibe û zarokatiya li vê derê derbas dike. Li qampê dest dibistana seretayî dike û dibistana navîn û lîseyê jî li qampê temam dike. Piştî temamkirina lîseyê derbasî Hewlerê dibe û dest bi zanîngehê dike. Li zanîngehê beşa ragihandinê dixwîne.

Tev li xebatên cîwanan dibe

Buldan evîndariya malbata xwe ya Tevgera Azadiyê berdewam dike û di salên xwe yên dibistanê de tev li xebatên cîwanan dibe û li gorî derfetên xwe ked dide Tevgera Azadiyê. Herî dawî evîndariya xwe ya Tevgera Azadiyê bi rojnamegeriyê kurdî didomîne. Ji bo ragihandina geşedanên li Kurdistan û cihanê diqewimin bi awayekî azad ji gelê xwe re ragihîne li rojnameya Azadiya Welat dest bi rojnamegeriyê dike û heta kêliya dawîn a jiyana xwe jî rojnamegeriyê dike.  

Dayika Buldan Nesîbe Buldan der barê keça xwe de axivî û diyar kir ku evîndarê Tevgera Azadiyê bûye û wiha got: “Evîn ji şehadeta kekê xwe Yilmaz a nav Tevgera Azadiyê gelek bi bandor bûbû û her tim şahadeta kekê xwe meraq dikir. Evîn her tim digot heta emrê min hebe ez ê ji bo Tevgera Azadiyê bixebitim. Ji bo vê yekê heta şehîd bû jî li ser karê xwe cidî cidî radiwestiya û karê xwe saxlemî berdewam kir. Piştî karê xwe qedand bi 10 deqeyan şehîd bû.”

‘Xebitandina Tevgera Azadiyê ji her xebatê çêtir e’

Dayika Buldan di berdewamê de qala nêzikbûna Buldan a zihniyeta bavêksalerî kir û axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Her tim digot ku nikare di malê de rûnê û jiyana xwe bike bin qontrola mêrekî. Her tim dianî ziman ku xebitandina ji bo Tevgera Azadiyê ji her xebatê çêtir e. Ji bo vê yekê me tu caran nedihişt ku kêamsiyên wê çêbibin. Taybetmendiyên Evînê rastî jî gelek cuda bûn.”

Bavê Buldan Nîyazî Buldan jî der barê keça xwe de axivî û diyar kir ku keça wî girêdayî gel û doz xwe bûye û wiha got: “Evîn gelek kesek bi kêrhatî bû ew jî hem bi milet hem ji gelê xwe ve girêdayî bû. Dema şerê xwerêveberiya li bakurê Kurdistanê dest pê kir li wargehê ba me bû. Ji me re got ku hevalên wê hemû li bakûrê Kurdistanê ne û ew êdî naqedîne û çû bakûrê Kurdistanê. Tişta ku jê dihat dikir. Bê guman û tirs karê xwe ji dil dikir.”