Dewletên Ereban daxwaza vegera endamtiya Sûriya dikin

Welatên Ereban daxwaz dikin careke din Sûriyê bibe  endamê Yekîtiya Ereban.

Dewletên Ereban daxwaza vegera endamtiya Sûriya dikin
1 nîsan, 2018   08:34

NAVENDA NÛÇEYAN – Wezîrên Karê Derve yên welatên Ereban di civîneke awarte de ku di 13`ê mijdara 2011`an de li dar xistibû, biryara cemidandina endamtiya Sûriyê di Yekîtiya Ereban derxist. Li ser vê yekê  endamtiya Sûriyê di 16`ê mijdara 2011`an de ji nava  Yekîtiya Ereban hate sekinandin.

Cîgirê Dewleta Zagonî ya Îraqê Casim Mihemed Cafer di daxuyaniyekê de ji ajansa "El-Malûma" ya Îraqî re diyar kir ku "Îraq, Misir, Cezaîr û Tûnis" bi xurtayî dixwazin ku Sûriyê careke din veger Yekîtiya Ereban.

Cafer tekez kir ku welatê Îraqê jî piştgiriyê dide nêrîna wezîrên karên derve ku Sûriya vegera rewşa aram û got, "Man û nemana Beşar El-Esed ji bo wan welatan ne girîn e", aramiya Sûriyê girêdayî Rojhilata Navîn û herêmê Ereban e.

(bb)