Istxbaratên Tirk ciwanên Kurd li ser nasnameyê binçav dikin

Koçberên Sûryê yên li Tirkiyê dimîn in li riyeke din digerin ku karibin tê re vegerin warê xwe. Ji ber dewleta Tirk hemû rê di riwê wan de girtine û rê nade ku ew vegerin Barkuê Sûriyê.

Istxbaratên Tirk ciwanên Kurd li ser nasnameyê binçav dikin
26 adar, 2018   06:51

CUMA MIHEMED- ZANA SEYDÎ

KOBANÊ- Istxbaratên dewleta Tirk di herêmên Sûriyê yên bi çeteyên Diri El-Firat (Mertala Firatê) re dagir kirine, li ser nasnameyê ciwanên kurd binçav dike. Ciwanê bi navê Kawa Mihemed yê ji bajarê Kobanê xwest di wan herêman re ji koçberiya Tirkiyê vegere warê xwe. Istxbaratên Tirkiyê Mihemed girtin.

Dewleta Tirk û beriya Efrînê dagir bike jî hemû deriyên xwe yên sînor bi Bakurê Sûriyê re girtine û rê nayê dayîn ku welatiyên dixwazin vegerin warê xwe derbasî vî alî bibin. Di demên cejna carna li herêmên Cerblus, Rayî, Ezaz û Babê yên Sûriyê ku di bin dagirkeriya Tirkiyê de rê tê dayîn ku welatiyên koçber di rojên cejnan de derbas bibin. Lê di wê demê de welatiyên kurd têne hedef girtin.

Ciwanê kurd Kawa Mihemed ji bajarê Kobanê ye, xwest ku di deriyê Bab el-Selama ya Ezazê re vegere Kobanê, lê Istxbaratên Tirk û çeteyên wê ew li gel 2 ciwanên din binçav kirin û wiha got: "Ji ber ku me baş erebî ne dizanî, em girtin."

'Riya vegerê tijî zehmetî ne'

Vegera welatiyên kurd ên koçberî Bakurê Kurdistanê û TIrkiyê kirine di herêmên Diri El-Firat re tijî metisîn û xetere. BI hezaran welatiyên kurd û di serî de kurd bi tirsin ku di wan herêman re vegerin. Ji ber ên dixwazin vegerin rastî talankirin, êşkence û heta kuştinê tên.

Kawa di sala 2013'an de bi armanca kar ji Kobanê derket. Piştî çend salan biryar da ku veger warê xwe Kobanê, lê rastî zehmetiyên riya vegerê hat. Ji ber ku welatiyên kurd ên ji Bakurê Sûriyê û koçberî Tirkiyê kirine, hema bêj ji aliyê dewleta Tirk ve hatine çemberkirin.

Di 13'ê Tebaxê de Kawa xwest ku di deriyê Ezazê re derbasî xakaka Sûriyê bibe, lê komên çete li ser nasnameyê ew girtin û ew radestî istixbaratên Tirkiyê kirin. Kawa û 2 hevalên wî yên li gel wî tenê ji ber ku bi zehmetî bi erebî diaxivîn ji aliyê çeteyan ve hatin girtin.

Rayedarên Tirk tewanberiya terorê bi Kawa û hevalên wî vekirin. Kawa derbarê mijarê de wiha got: " Dema ez derbasî xaka Sûriyê bûm, hemen ez girtin, tenê ji ber ku di nasnameya min de diyar bû ez ji Kobanê me. Ez birim girtîgehê û lêpirsîn bi min re kirin. Îdaya wan jî ji min re digotin tu dixwaze tevlî YPG'ê bibe, min ji wan re got ev ne raste. Istixbaratên Tirkiyê dixwestin nerîn ên me şaş bikin."

Bi dehan ciwanên kurd hatibûn girtin

Kawa di berdewama axaftina xwe jî da zanîn ku ji bilî wî bi dehan ciwanên kurd di heman girtîgehê de hatbûn girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "di girtîgeha ez lê hatim giritn, jê re dibêjin Mesre û navenda Istxbaratên Tirkiyê ye, zêdeyî 30 ciwanên kurd hebûn. BI heman armanên hatibûn girtin. Ew girtîgeh nêzî deriyê sînor ê Ezazê ye. Îdaya wan jî li dijî me tenê ji me re digotin hûn dixwazin tevlî YPG û PKK'ê bibin."

Kawa di berdewama axaftina xwe de jî da zanîn ku çeteyên Diri El-Frat destpêkê ji wî re gotin ku ew ê beranberî pereyan wan serbest berde û wiha dom kir: "Malbata Kawa 500 hezar lîreyên Sûriyê dan heta ji girtîgehê hat berdan. "

Lê çeteyan li ser wî feriz kirin ku li herêmên Diri El-Firat ên di bin dagirkeriya çeteyan de bimîn in. heger ev biryar jî binpê kir wê salek din di girtîgehê de bimîne.

Lê Kawa bi riyên xwe nasnameyek sextet amade kir û ji herêmên di bin dagirkeriya dewleta Tirk dereket û vegeriya Kobanê.

'Girtîgeh kiribûn cihê tunekirina insanan'

Kawa da zanîn ku istxbaratên Tirk girtîgeha bi navê Mesere tê nas kirin û nêzî deriyê Ezazê ye kiribûn cihê êşkence û tunekirina ciwanan û wiha dom kir: "Çeteyên Diri El-Firat ên girêdayî Istxbartên Tirkiyê di wê girtîgehê de sivîl qetil dikin. Welatî ji mal û milkên wan talan dikin, paşê ew dikuştin û cenazeyên wan jî davêtin cihekî ne diyar. Di derên derdora girtîgeha wan de benên ku welatî pê darvedikirin hîn jî xuya dikirin."

(dc)

ANHA