Balafirên şer ên Îsraîlê Gazzeyê bombebaran kir

Balafirên şer ên Îsraîlê duh bi şev bombe li Gazzeyê barandin.

Balafirên şer ên Îsraîlê Gazzeyê bombebaran kir
25 adar, 2018   10:09

 NAVENDA NÛÇEYAN - Li gorî daxuyaniya Hêzên Çekdar ên Îsraîlê, balafirên şer duh bi şev êrîşî 'kampeke perwerdeyê' ya li nêzî deriyê sînor ê Refahê kirine.

Medya Fîlîstînê jî ragihand, balafireke keşfê û balafirên F-16 ên Îsraîlê sê fuze avêtine cihekî li bakurê rojava yê bajarê Refahê. Hate gotin, ji ber êrîşê cihê bûye hedef hilweşiya ye û xisar li avahiyan bûye.