Mamosteyên Helebê li dijî nedayîna mûçeyen derketin

Bi dehan mamosteyên Helebê ji ber nedayîna mûçeyên wan xwepêşandan li dar xist. Mamosteyan destnîşan kir ku heta daxwaza wan pêk neyê dê çalakiyên xwe bidomînin.

Mamosteyên Helebê li dijî nedayîna mûçeyen derketin
7 îlon, 2025   15:54
NAVENDA NÛÇEYAN

Ev sê meh in mamosteyên bakur Helebê ku ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatiye dagirkirin, mûçeyên xwe wernegirtine. Îro bi dehan mamoste ji ber nedayîna mûçeyan xwepêşandan li dar xist. Xwepêşandan li meydana Seidullah El Cabirî ya li nava bajarê Helebê hat lidarxistin. 

Mamosteyan pankartên êşa xwe tê de vedibêjin vekiribûn. Mamosteyan di pankartên xwe de diyar kir ku bi sedan kadroyên perwerdeyê ji girtina mûçeya xwe ya tekane jêdera jiyana wan e, bê par hatine hiştin. Mamosteyan destnîşan kir ku di vê rewşa jiyanî ya zehmet de wernegirtina mûçeyan rewşa wan girantir dike.

Mamosteyan ji aliyê têkildar daxwaz kir ku di zûtirîn dem de mûçeyên wan bidin û ji bo misogeriya xebatên perwedeyê erka xwe bi cih bînin.

Xwepêşandana mamosteyên bakurê Helebê di çarçoveya berdewam a çalakiyên li herêmên dagirkirî wekî Mari, Ezaz, Cerablus, Exterîn, Bab, Bezaa û Soran hatiye lidarxistin. Li wan herêman gelek çalakiyên bi vî rengî pêk hatine.  Mamosteyan da zanîn ku “Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Veguhêz ji rewşa wan berpirsyar e.”

Mamosteyan di dawiya çalakiya xwe de gotin heger daxwaza wan were paşguhkirin, dê çalakiyên xwe bidomînin.

(dc)