100 tablo rewşa jinan nîşan didin

Tevgera Hîlala Zêrîn a Helebê pêşangehek wêneyên ku balê dikişîne ser rewşa jinan vekir.

100 tablo rewşa jinan nîşan didin
100 tablo rewşa jinan nîşan didin
100 tablo rewşa jinan nîşan didin
100 tablo rewşa jinan nîşan didin
100 tablo rewşa jinan nîşan didin
100 tablo rewşa jinan nîşan didin
100 tablo rewşa jinan nîşan didin
100 tablo rewşa jinan nîşan didin
100 tablo rewşa jinan nîşan didin
100 tablo rewşa jinan nîşan didin
100 tablo rewşa jinan nîşan didin
100 tablo rewşa jinan nîşan didin
100 tablo rewşa jinan nîşan didin
100 tablo rewşa jinan nîşan didin
100 tablo rewşa jinan nîşan didin
26 mijdar, 2023   16:20
HELEB

Di çarçoveya çalakiyên 25`ê Mijdarê de, Tevgera Hîlala Zêrîn a Helebê bi armanca balê bikişîne ser pêkanîna edaletê ji jinan re, azadiya wê misoger bibe û şoreşa wê veguherînin şoreşeke giştî pêşangehek wêneyan vekir. 

Pêşangeh li hola civînan a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya li taxa Şêxmeqsûd bi beşdariya hunermendên ji Heleb û kantonên Şehba û Efrînê hat vekirin. Di pêşangehê 100 tablo hatin pêşandan.

Di destpêkê de, endama Rêveberiya Tevgera Zêrîn a Helebê Biharîn Sîno axivî û diyar kir ku wan bi armanca balkê bikişînin ser tundiya li dijî jinan û pêwîstiya rawestandina vê tundiyê, ev pêşangeh vekirine.

Biharîn diyar kir ku jinan di çend salên dawî de piştî ku tev li şoreşa demokratîk bû, xwe îsbat kir û di qadên cuda de bûn pêşeng.

Dûre pêşangeh ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan û dayîka şehîd Alan Amanos Remziye Salih ve hate vekirin.

Mijarên tabloyan, li ser tundiya li ser jinan, her wiha jinên ku bi fikr û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan xwe di gelek qadên siyasî, jiyanî, aborî û leşkerî de îsbat kirin, hene. Porteryên Jîna Emînî, şervanên YJA-Starê jî hene.

 (şx)

ANHA