ˊJi bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî em ji her tiştî re amade neˊ

Xelkê kantona Cizîrê yên li ser lîsteya ji bo daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan îmze kiriye diyar kir ku ew ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan amade ne her tiştî bikin.

4 adar, 2024   20:58
HESEKÊ

Hemleya îmzekirinê ya ku Însiyatîfa Gel a Azadiya Rêber Abdullah Ocalan daye destpêkirin li Hesekê keta roja xwe ya 14ˊan. Komîteyên ji bo komkirina îmzeyan hatine avakirin xebatên xwe li taxa Salihiyê ya bajêr dewam dikin.

Însiyatîfê hemleya xwe di 20ˊê Sibata 2024ˊan de da destpêkirin û bi rêya komînan komîte ava kirine ku îmzeyan li taxên bajêr kom bikin.

Endama rêvebera xeta rojhilat a bajêr a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Sebah Reşîd got hemle ji taxa Ezîziyê ya Hesekê hat destpêkirin û dûre li tevahî taxên bajêr belav bû. Di her komîteyekê de 6 kes hene.

Sebah anî ziman ku hemle ber bi dawiyê ve ye û diyar kir ku xelkê bajêr bi coş vê hemleyê pêşwaz dikin.

ŞEDADÊ

Li navçeya Şedadê ya kantona Cizîrê re jî meclisa navçeyê bi rêya komîteyên xwe 15 roj e îmzeyan kom dikin. Komîte erkên xwe li gundê Seraciyê yê navçeya Deşîşe dewam dikin ku 100 hezar îmze kom bikin û ji rêxistinên navneteweyî re bi armanca bidawîkirina tecrîda li dijî Rêber Abdullah Ocalan bişînin.

Ajansa me nêrînên gelek şêniyên îmzeyên xwe avêtine girtin. Şêniyê bi navê Mihemed Ebdurezaq ê ji gundê Seraciyê axivî û got: "Em şêniyên Deşîşa bi komîteyan re hevkar in, ji ber ku ev erkeke me ye ku di oxira pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî de beşdar bin."

Li aliyekî din jî berpirsê komîteya hemleya îmzekirinê li Deşîşa Mihemed El Xilêf axivî û got hemle li gundên Deşîşa berdewam e û spasiya şêniyên beşdarî hemleyê dibin, kir.

DIRBÊSIYÊ

Ji 13 rojan ve komîte li navçeya Dirbêsiyê komkirina îmzeyan dewam dikin. Komîte li navçe û taxan îmzeyan kom dikin. Komîteyan berê xwe da Komîngeha Şehîd Asim a li taxa rojhilatê navçeyê.

(fr)

ANHA