Artêşa Tirk û çeteyan gundên Babê topbaran kirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku li baregeha Şêx Nasir bi cih bûne gundewarên rojhilatê Babê topbaran kirin.

Artêşa Tirk û çeteyan gundên Babê topbaran kirin
4 adar, 2024   20:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisa Leşkerî ya Babê aşkera kir ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku li baregeha Şêx Nasir bi cih bûne bi çekên giran gundewarên rojhilatê Babê topbaran kirin.

Gundên hatine topbarankirin; gundê Kewiklî li gundewarê rojhilatê Babê û gundê El Erîma li gundewarê rojavayê Babê ye.

(fr)