ˊHedefgirtina şehîd Zelal hedefgirtina projeya demokratîk a birêvebiriya jinê yeˊ

Endamên kantona Minbicê sûca qetilkirina têkoşer Zelal Zagros şermezar kir û got ev hedefgirtin hedefgirtina projeya demokratîk a ku jin li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rê ve dibe.

ˊHedefgirtina şehîd Zelal hedefgirtina projeya demokratîk a birêvebiriya jinê yeˊ
21 ÇILE, 2024   16:28
MINBIC

Meclis û komên gundewarên kantona Minbicê li pêş avahiya Meclisa Xeta El Muhteriq li gundê Muhteriqa Mezin a li başûrê kantonê kom bûn û bi daxuyaniyekê sûca qetilkirina têkoşer Zelal Zagros şermezar kir.

Hevseroka Meclisa Xeta Ebû Qelqel Hacer El Elî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de meclisên sivîl ên Minbicê ev sûca hovane ku li dijî hevrê Firyal Xalid li Kerkûrkê di 18ˊê Çileyê de pêk hatiye şermezar kir û got ev sûc destpêkê li dijî mirovahiyê û duyemîn jî li dijî jinê ye.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku ev hedefgirtin li dijî projeya demokratîk a ku jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi rê ve dibe, her wiha hedefgirtina wê li her cihî û hedefgirtina projeya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk e ku di encama fedakariya bi hezaran şehîdan hate damezrandin.

Meclis û komînan bi rêya daxuyaniyê soz da ku rêça têkoşer Zelal û tevahî şehîdên azadiyê bişopînin.

Di dawiyê de bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku van komployên terorane yên Erdoganî aşkera bikin û sûcdarên li gorî qanûnên û sûcên wan ceza bikin.

(fr)

ANHA