ˊEm bi hev re azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bîninˊ

Şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê başdariya xwe di hemleya komkirina îmzeyan de didomînin û got ew ê bi hev re azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin.

28 sibat, 2024   21:51
NAVENDA NÛÇEYAN

Li navçeya Şedadê komîteyên komkirina îmzeyan berê xwe da navçeya Deşîşê ya rojhilatê Hesekê ya kantona Cizîrê, da ku îmzeyan ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan kom bikin.

Welatiyê bi navê Ehmed El Hesen ê ji gundê Til El Şayir der barê mijarê de got: "Me îmzeya xwe ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan avêt. Ev jî erkekî niştîmanî û mirovî ye."

Ehmed El Merî yê ji gundê Herdan got: "Dest bi dest û bi hev re em azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin. Her kes bi komîteyan re dibe alîkar da ku dengê xwe bigihînin rêxistinên mirovî û azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan pêk bînin."

Li navçeya Dirbêsiyê komîte di roja 8'an de komkirina îmzeyan li komînên taxên rojhilat û rojavayê navçeyê didomînin.

Îro komîte li taxa rojava ya navçeyê geriya û ji şêniyan re armancên hemleyê şîrove kirin. Şênî jî bi coşeke mezin tev li hemleyê bûn û girêdana xwe bi Rêber Abdullah Ocalan ve anîn ziman.

(mh)

ANHA

Şedadê

Dirbêsiyê