ˊBi rêxistinkirinê em tundiya li ser jinan bi dawî bikinˊ

Meclisa Jinên Ciwan a PYD'ê têkildarî pêwîstiya bidawîkirina tundiyê di civakan de bi rêya rêxistinkirin û perwerdê panelek li dar xist.

ˊBi rêxistinkirinê em tundiya li ser jinan bi dawî bikinˊ
ˊBi rêxistinkirinê em tundiya li ser jinan bi dawî bikinˊ
ˊBi rêxistinkirinê em tundiya li ser jinan bi dawî bikinˊ
ˊBi rêxistinkirinê em tundiya li ser jinan bi dawî bikinˊ
ˊBi rêxistinkirinê em tundiya li ser jinan bi dawî bikinˊ
26 tebax, 2024   17:10
QAMIŞLO

Meclisa Jinên Ciwan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) bi navê "Bi rêxistinkirinê em ê tundiya li ser jinan û qirkirina çandî û siyasî bi dawî bikin" panelek li dar xist. Di panelê de jinên saziyên sivîl û partiyên siyasî beşdar bûn.

Panel li hola PYD'ê ya bajarê Qamişlo li dar ket. Tê de 2 mijarên sereke; tundiya li ser jinan, qirkirina çandî û siyasî, hatin nîqaşkirin.

Mijara yekemîn ji aliyê rêvebera Meclisa Jinên Ciwan a PYD'ê ya kantona Cizîrê Sara Hesen ve hat nîqaşkirin.

Sara Hesen diyar kir ku gelek cûreyên tundiya li ser jinan hene, wek tundiya fîzîkî, derûnî, aborî, fikrî û civakî. Ew tundî jî ne tenê li ser jinan, lê belê li ser tevahiya civakê tê pêkanîn.

Sara Hesen destnîşan kir ku dijmin bi armanca ku gelan lewaz bixe û wan kontrol bike, van rêbazan bi kar tîne.

Di dawiya axaftina xwe de Sara Hesen destnîşan kir ku ji bo bidawîkirina tundiyê rêbazên herî guncaw rêxistinkirin û perwerdekirin in.

Mijara duyemîn jî ji aliyê berdevka Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Bêrîtan Roj ve hat nîqaşkirin.

Bêrîtan Roj got: "Ji bo pêkanîna qirkirina siyasî li dijî gelên herêmê dijmin 24 saetan di xebatê de ye. Armanc jî têkbirina ziman, hebûn û çanda gelan e."

Bêrîtan Roj bal kişand ser êriş û şerê taybet ên ku dewleta Tirk a dagirker li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêk tîne û dide meşandin û teqezî bi girîngiya hişyarbûnê û hevgirtinê da.

Piştî nîqaşkirina herdu mijaran sînevîzyonek li ser têkoşîna jinan a li hemberî baviksalariyê hat pêşandan.

(mh)

ANHA