ˊArmanca êrişên dewleta Tirk têkoşîna li dijî terorê were astengkirinˊ

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diyar kir ku armanc ji berdewama êrişên dewleta Tirk a dagirker têkoşîna li dijî terorê were astengkirin û aloziyeke mezin çêbe.

ˊArmanca êrişên dewleta Tirk têkoşîna li dijî terorê were astengkirinˊ
28 sibat, 2024   20:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmê de daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

"Careke din û bi binpêkirina aşkera ya mîsaq û qanûnan dewleta Tirk vê sibehê êrişî herêma Dêrikê kir. Di encamê de birîndar û şehîd ji hêzên Sotoro çêbûn. Di wê êrişê de erebeyên wan hêzan li Dêrikê hatin hedefgirtin. Ev êriş bê guman hovîtiya dewleta Tirk û hedefgirtina ewlehî û îstîqrara herêmên me, piştî serkeftina hêzên me yên ewlehî di dîsplînkirina mijaran û têkoşîna li dijî şaneyên rêxistina DAIŞˊê de nîşan dide. Her wiha ev hewldana Erdogan û partiya wî ye ku ji raya giştî ya Tirkiyeyê birevin û berê raya giştî ber bi qaşo xeteriyên din ve bibin. Erdogan û partiya wî dibêjin herêmên me li ser Tirkiyeyê gef in. Ev êriş jî nîşaneya aşkera yên dijminahiya vîna gelê me di avakirina pergala xwe ya demokratîk de û hewldana gelê me ya avakirina projeya demokratîk li Sûriyeyê ye. Dewleta Tirk bi hemû rêbazan êrişî herêmên me dike.

Em ji raya giştî û dewletên beşdarî agirbestê bûne, her wiha ji Koalîsyona Navneteweyî û Rûsyaya Federal re dibêjin dewama van êrişan bi armanca aloziyeke mezin li herêmê çêbe û sînorê van êrişên neyênî tenê li herêmên me nasekine, ji lew re em bang li tevahî aliyên naborî dikin ku rola xwe bilîzin û li hember Tirkiyeyê bisekin ku êrişên xwe bi dawî bike. Ji ber ku bandorên wê li ser ewlehî û îstîqrara herêmên me mezin e. Em ji raya giştî ya Tirkiyeyê re dibêjin ku çîrokên Erdogan û partiya wî bawer nekin, her wiha em ji gelê xwe re dibêjin ku em di parastina destkeftiyên xwe de bi israr in, em ê bi fedakariyên pêkhateyên gelê xwe serkeftinê misoger bikin. Dewleta Tirk a ku di êrişên xwe de tu cudahiyê naxwe navbera pêkhateyan, ev yek nîşaneya em hemû hedefgirtî ne û tenê hilbijêra me parastina hevbeş û parastina destkeftiyan e.

Em sersaxiyê ji malbatên şehîdan re dixwazin û şîfaya lezgîn ji birîndaran re dixwzin, her wiha em diyar dikin ku bi hêz û hevgirtina gelê xwe em ê serkeftinê pêk bînin û tevahî projeyên fitneyê û derbekirina îstîqrarê têk bibin."

(fr)