​​​​​​​Însiyatîfa Têkoşîna li dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan banga eşkerekirina sûcên dagirkeran kir

Însiyatîfa Têkoşîna li Dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan sûcê tecawizkirina zarokekê li Efrîna dagirkirî ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir û banga eşkerekirina sûcên dewleta Tirk a dagirker û siyasetên wê kir.

​​​​​​​Însiyatîfa Têkoşîna li dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan banga eşkerekirina sûcên dagirkeran kir
7 May, 2023   16:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Însiyatîfa Têkoşîna li dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan der barê sûcê tecawizkirina zarokeke 10 salî li Efrîna dagirkirî de daxuyanî da û ev sûc şermezar kir.

Zaroka Efrînî û dayika wê dema ku tevî çeteyên dewleta Tirk a dagirker diçûn navenda bajarê Efrînê, serçeteyekî El Emşat li baxçeyên derdora herêmê destavêt zaroka 10 salî.

Daxuyanî wiha ye:

"Berê Efrîn ji herêmên herî ewle bû û ji aliyê şêniyên wê ve di bin siya Rêveberiya Xweser de dihat birêvebirin ku bibû wargeha bi sedan malbatên koçber. Lê belê ev yek li xweşiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê nehat, ku dewleta Tirk a dagirker hebûna Rêveberiya Xweser a demokratîk metirsî ji bo ewlehiya xwe didît. Lê ya rast w e ku wê ev bihane derxist da ku tola hevkarê xwe DAIŞ'ê hilîne.

Her wiha armanca wê ya dîtir ku destkeftiyên şoreşa bi pêşengiya jinan têk bibe.

Kiryarên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî jinan pêk tînin encama zihniyeta paşverû ya dewleta Tirk e ku îslama siyasî ji bo rewakirina kiryarên xwe bi kar tîne. Ev kiryar bi carekê ji îslamê dûr in. Tevî ku ev sûc bi awayekî rojane tên kirin, lê dîsa jî saziyên navneteweyî û yên mirovî tu helwestên cidî nîşan nedan, ev jî nîşan dide ku ew rê li ber pêkanîna van sûcan vedikin.

Em van kiryaran nexasim ên li dijî jin û zarokan bi tundî şermezar dikin û em bang li aliyên berpirs dikin ku van kiryaran eşkere bikin û hikumeta AKP'ê ji ber siyasetên wê ceza bikin. Her wiha em bang li gelê Tirkiyeyê dikin ku dengê xwe bidin pergala demokratîk da ku di encamê de ewlehî û aramî li Sûriye û Tirkiyeyê pêk bê.”

(mh/şx)