Li ser dîroka Kurd li Helebê semînerek hate dayîn

Malbendiya Heleb a Rewşenbîran a semînereke bi navê "Dîroka kurdan li Helebê" li taxa Şêxmeqsûdê organîzekirin.

Li ser dîroka Kurd li Helebê semînerek hate dayîn
Li ser dîroka Kurd li Helebê semînerek hate dayîn
Li ser dîroka Kurd li Helebê semînerek hate dayîn
Li ser dîroka Kurd li Helebê semînerek hate dayîn
26 June, 2020   14:29
HELEB

Bi armanca danasîna dîroka hebûna kurdan li Helebê, Malbendiya Heleb a Rewşenbîran bi beşdarbûna bi dehan rewşenbîran semînerek bi navê "Dîroka Kurdên li Helebê" li taxa Şêxmeqsûdê da.

Semîner ji aliyê Dr. Ferhad Neisan ve hate dayîn. Ferhad  di destpêka semînerê de behsa dîroka avakirina bajarê Helebê kir û got: "Bajarê Helebê bajarekî dîrokî kevnar e. Hîna nehatiya zanîn bê kî ava kiriye, lê tê texmînkirin  beriya 4 hezar sal beriya mîladê yek ji qiralên Ninovayê fermana da ku bi destê Heleb Bin Muhir El-Emelîqî were avakirin. Xirabbûna yekem a bajarê di serdema Akadî 2450 B.Z de bû. Lê di serdema Emorî û padîşahê wê Hemorabî bajêr dîsa ava bû."

Neisan anî ziman ku Heleb ji aliyê Hûsiyan ve bi awayekî mezin wêran bû û bê berxwedanî radestî qiralê Asur Şelmenser (853 B.Z) hate kirin. Persan û Makdoniyanî dagir kirine, lê Heleb zindî ma û nemir.

 Li ser hebûna kurdan li Helebê Neisan diyar kir ku hebûna kurdan li Helebê vedigere serdema Hemdaniyan û got: " Emîrê Dewleta Dostakî yê Kurd Ebû Alî Hesen komek  ji mezinên welatê xwe şand bajarê Helebê ku mîrê wî Abî El-Fedayîl Ibn Seed Al-Dewleta Ibn Seyf El-Dewla El-Hemdaî  bû da ku xwişka wî Sit El-Nas bixwazin."

Neisan diyar kir ku bajarê Heleb veguherî bajarekî mezin, sûr, birc û derî, mizgeft hatin avakirin û anî ziman "Dîrokzan Ibn Ruşid di pirtûkeke xwe de  balê dikişîne ser rola kurdan di avakirina bajarê Helebê, vekirina dibistan, mizgeft û avşo û deverên giştî di serdema Eyûbiyan de.

Di sedsala 10'an hejmara mizgeftan li Helebê 4 derbas nedikir, yek li taxa Zehiriya bû ku qiralê Kurd Zahir Xazî Ibn Sultan Selahedîn ava kir."

Neisan anî ziman ku sala 1915'an yekem çapxana kurdî derbasî Helebê bû.  Kurdî bi navê Hiznî Mukryanî   ji Almanyayî anî û derbasî taxa Kurdan a Helebê kir. Her wiha anî ziman ku ev çapxane di mûzexaneya Rewandozê de ye.

Ferhad Neisan diyar kir ku di sedsala 20'an de hejmara kurdan li Helebê zêde bûn, li taxa Kurdan, Neyreb û Til Eran bi cih bûn û di sala 1935'an de li Eşrefiyê, Şêxmeqsûd û Suryan û taxên din bi cih bûn.

ANHA