2 malbatên Tirbespiyê li hev hatin

Komîteya Lihevanînê ya Meclisa bajarê Tirbespiyê 2 malbat li hev anîn û banga dûrxistina nakokiyan kir.

2 malbatên Tirbespiyê li hev hatin
2 malbatên Tirbespiyê li hev hatin
2 malbatên Tirbespiyê li hev hatin
2 malbatên Tirbespiyê li hev hatin
14 tebax 2024   22:02
QAMIŞLO

Di meha Nîsanê de di navbera herdu ciwanan Qusey Hemod Hedawî û Ednan Elî Xelef de nakokî derket. Di encamê de Ednan bi guleyekê birîndar bû û ji ber wê gurcikek wî hat jêkirin.

Ji bo bidawîkirina nakokiya di navbera herdu malbatan de Komîteya Lihevanînê ya bajêr herdu malbat bi beşdariya rûspiyên bajêr û gubdewarê wî û endamên herdu malbatan, li hev anîn.

Di merasîma lihevanînê de oldar Mela Ebdulkerîm diyar kir ku lihevhatin bingeha hevgirtina civakê ye. Her wiha banga girîngiya dûrxistina nakokiyan û jiyana li gorî hezkirin û biratiyê kir.

Her wiha endamê komîteyê Ebdî Xelef lihevhatina malbatan pîroz kir û teqezî bi girîngiya lihevhatinê û parastina civakê ji nakokî û jevxistinê da.

Di dawiya civînê de herdu malbatan silav da hevdu.

(mh)

ANHA