ˊCivata navneteweyî berpirsê êrişên li dijî herêmê yeˊ

Koordînasyona Partiyên Siyasî li Efrîn û Şehbayê salvegera 6ˊan a destpêkirina êrişên dagirkeriyê li dijî Efrînê bi bîr xist û bang li civata navneteweyî kir ku berpirsiyariya xwe li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker hilgire.

ˊCivata navneteweyî berpirsê êrişên li dijî herêmê yeˊ
17 ÇILE, 2024   17:51
ŞEHBA

Koordînasyona Partiyên Siyasî li Efrîn û Şehbayê hemwextî nêzbûna salvegera 6ˊan a destpêkirina êrişên dagirkeriyê li dijî Efrînê li Kampa Serdem a Şehbayê kom bû û daxuyaniyek da.

Endamê KPC-Dˊê Mihemed Mihemed bi zimanê Kurdî û endama Koordînasyona Partiyên Siyasî Bêrîvan Elî bi zimanê Erebî daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin di ser koçberkirina xelkê Efrînê ji ber dagirkirina bajêr ji hêla dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve derbas bûn. Dagirkeriyê li Efrînê zimanê tirkî, dan û standina bi lîreya tirkî û pere ferz kir, darên zeytûnê û hawirdorê birîn.

Di dawiya daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî hate kirin ku li hember sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî Efrînê bi erkên xwe rabe.

(fr)