Gelê herêmê li dijî êrişan bi hêrs e û rêya wan berxwedan e

Li Herêma Bakur û Rojhilatê der barê bêdengiya navneteweyî û dewama êrişên dewleta Tirk a dagirker çalakiyên şermezarkirinê hatin lidarxistin. Welatiyên beşdarî çalakiyan bûne got armanc ji van êrişan zindîkirina DAIŞˊê ye û dê li hember vê yekê gel tev li QSDˊê be û li dora wê bicive.

17 ÇILE, 2024   17:44
NAVENDA NÛÇEYAN

Der barê êrişên 72 saetên borî de li dijî herêmê ji hêla balafirên dewleta Tirk a dagirker ve, Meclisa Sivîl a Dêrikê û navçeya Girkê Legê ya kantona Cizîrê peyamek ji hêzên Koalîsyona Navneteweyî re ku li baregeha Xirab El Cîr a girêdayî bajarokê Rimêlanê ne nivîsand da ku radestî aliyên peywendîdar bikin. 

Şandeya berê xwe daye baregehê ji nûnerên saziyên sivîl, tevger û rêxistinên li bajêr, nûnerên ji pêkhateyên Kurd, Ereb û Suryan, şêx û rûspiyên herêmê hebûn.

Peyam bi 3 zimanan; Erebî, Kurdî û Ingilîzî hat nivîsandin. Di peyamê de pêkhate der barê bêdengiya navneteweyî li hember sûcên dewleta Tirk ên li dijî xelkê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û hedefgirtina avahiyên xizmetguzarî û stratejîk de protestoyên xwe nîşan da û banga cezakirina dewleta Tirk li ser van sûcan kir.

Di peyamê de hate gotin mafê gelê Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heye ku li hember dewleta Tirk a dagirker xwe biparêzin.

REQA

Bi hezaran xelkê kantona Reqa û gundewarên wê û xelkê rojavayê Dêrazorê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û bêdengiya navneteweyî meş li dar xistin.

Komîteya Aborî û Komîteya Çandinî û Avedanê di çalakiyan de daxuyanî dan û bêdengiya navneteweyî şermezar kirin.

Li Reqaayê bi hezaran xelk û endamên saziyên sivîl û leşkerî ji Çerxerêya Basil a li aliyê rojavayê kantonê ve meşek b er bi avahiya Desteya Tenduristiyê ya kantonê li dar xist û li wir li ser navê Nıvîsgeha Jinan a Medclisa Rêveber a Kantona Reqayê Emel Îbrahîm axivî û got dewleta Tirk a dagirker sûcên xwe li dijî gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike, armanca wê ji van sûcan derbeyê li ewlehî û îstîqrara herêmê bide.

DÊRAZOR

Li kantona Reqayê jî girseya herêmê, rûspî û şêxên eşîran, nûnerên ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, partiyên siyasî, Rêxistinên Civaka Sivîl daketin qadan û êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin.

Meş ji pêş avahiya rêveberiya kantona Dêrazorê ya li herêma Meamil ve dest pê kir.

Li Çerxerêya 7 Kîlo meş vegerî mîtîngê. Li wir li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Dêrazorê endamê Meclisa Rêveber a kantonê Fethî El Itêş daxuyanî xwend.

Di daxuyaniyê de hate gotin armancên dewleta Tirk a dagirker ji êrişên li dijî Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zindîkirina DAIŞˊê û rêxistinên tundraw e ku ewlehî û aştiya herêmê bixe çargoşeya terorê.

Di dawiya daxuyaniyê de hate aşkerakirin ku ew li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker piştgiriyê didin QSDˊê û dagirkirina xaka Sûriyeyê red dikin û bang li herêmê dikin ku hevgirtinê xurt bikin û van hewldanan têk bibin.

TEBQA

Li kantona Tebqayê jî çalakiyên şermezarkirina êrişan hatin lidarxistin û di çalakiyan de Komîteya Aborî, Komîteya Enerjî û Komîteya Çandiniyê ya kantonê daxuyanî dan.

Di daxuyaniyan de hat gotin sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê dikevin xana sûcên şer û binpêkirina aşkera ya qanûnên navneteweyî ye.

Di dawiyê de komîteyan banga girtina qada hewayî ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir.

(fr)

ANHA