Zêdetirî 4 hezar Sûriyeyî ji Urdinê vegerîne

Di 7 mehên destpêkê yên îsal de 4 hezar û 60 penaberên Sûriyeyê ji Urdunê vegeriyane welatê xwe.

Zêdetirî 4 hezar Sûriyeyî ji Urdinê vegerîne
28 tebax, 2024   17:28
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîseriya Bilind a Karûbarên Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR) da zanîn ku di 7 mehên destpêkê yên îsal de 4 hezar û 60 penaberên Sûriyeyê yên ku li Urdunê diman, vegeriyan Sûriyeyê. 

Komîseriyê diyar kir ku di 7 mehên sala 2024'an de 27 hezar û 91 penaberên Sûriyeyê ji Urdun, Misir, Lubnan û Iraqê vegeriyan Sûriyeyê. Her wiha di 7 mehên sala 2023'yan de 20 hezar û 61 penaber vegeriyan.

Komîseriyê destnîşan kir ku hejmara penaberên Sûriyeyê yên ku di 2023'yan de ji welatên cuda vegeriyane Sûriyeyê gihîşt 37 hezar û 552. Di 2022'yan de jî 50 hezar û 966, di 2021'an de 35 hezar û 624, di 2020'an de 38 hezar û 235 û di sala 2019'an de 94 hezar û 971 vegeriyan Sûriyeyê.

Li Urdunê, ji destpêka krîza Sûriyeyê zêdetirî milyonek û 3 hezar panberên Sûriyeyê hene, ji wan 625 hezar û 25 penaber li komîseriyê heta 4'ê vê Tebaxê tomarkirî ne.

Komîseriyê diyar kir ku ew di vê demê de piştgiriyê nade vegera penaberan li Sûriyeyê, ji ber ku rewşa Sûriyeyê ne guncaw û ewle ye.

(mh)